'Ez ji têkoşîna keça xwe ya bi şeref û bi rûmet re qurban bibim'
14:32
JINHA
DERSÎM - Cenazeyên gerîlayên YJA Star Ebru Oz (Omedya Sefkan) û Heval Yeşîlgoz (Dersîm Avaşîn Xeyrî) yên ku li çoltarê navçeya Pilemûriyeyê ya Dersîmê di encama bombebarana balafiran de jiyana xwe ji destan hatin definkirin. Dayîka Heval Kiymet Yeşîlgoz di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Ez ji têkoşîna keça xwe ya bi şeref û bi rûmet re qurban bibim. Keça min ji min re gotibû, 'Heke ez şehîd bikevim li pey min negirî ji min re çepikan lê bide' ez jî niha ji bo wê çepikan lê didim."
Cenazeyên gerîlayên YJA Star Gulîstan Onen (Helîn Faraşîn), Ebru Oz (Omedya Sefkan) û Heval Yeşîlgoz (Dersîm Avaşîn Xeyrî) ên ku di encama bomebarana balafirên şer ên li çoltarê navçeya Pilemûriyeyê ya Dersîmê jiyana xwe ji dest dan piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Xerpêtê hatin wergirtin û ber bi bajarên wan ve hatin şandin. Cenazeyê Gulîstan şandin Amedê û cenazeyên Ebru û Heval jî anîn Dersîmê.
Ji bo Ebru û Heval li Dersîmê merasîmekî girseyî hat li dar xistin. Merasîm li Cemxaneyê pêk hatin û parlementerên HDP'ê yên Dersîm Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, hevşaredarên Dersîmê, MEYA-DER, KJA, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û bi sedan welatî tevlî merasîmê bûn. Di dema vecîbeyên olî yên cenazeyan pêk dihatin dayîka Heval Kiymet Yeşîlgoz got, "Ez ji têkoşîna keça xwe ya bi şeref û bi rûmet re qurban bibim. Keça min ji min re gotibû, 'Heke ez şehîd bikevim li pey min negirî û ji min re çepikan lê bide' ez jî niha ji bo wê çepikan lê didim. Dibe ku dijmin bedenê de tune bike lê têkoşîna te teqez nikare tune bike." Pişt re darbestên Ebru û Heval bi alên KJA'yê ji aliyê jinan ve anîn cihê merasîmê. Di dema merasîmê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Beriya merasîmê siruda "Çerxa Şoreşê" hat xwedin û rêzgirtin pêk hat.
'Heke em ji bîr bikin em dê mirovahiya xwe ya mezin ji bîr bikin'
Di merasîmê Parlementera HDP'ê Edîbe Şahîn axivî û diyar kir ku ji ber şerê Qesrê û AKP'ê welat êdî rojên asayî pêk nayên û her tişt bi awaret pêk tên. Şahîn anî ziman ku rewşên wisa awareteyî gelek caran hatin dîtin û wiha got: "Heke em îro li vir bin bi saya van ciwanan e. Em wan ji bîr nakin heke em ji birî bikin wijdana me hişk bibe. Heke em ji bîr bikin em mirovahiya xwe ya mezin ji bîr bikin."
Piştî axaftinan cenazeyê Ebru bi tevlîbûna gelek wesayîtan birin gundê Sefkan ê navçeya Pulurê û cenazeyê Heval jî birin gundê Xoşî yê bajaroka Akpazar a navçeya Mazgêrdê û hatin definkirin.
(rc)