Darizandina qatilê Nurcan Biyikli destpê kir
15:46
JINHA
MÊRSÎN - Yekemîn rûniştina doza qetilkirina Nurcan Biyikli ya ku li Mêrsînê ji aliyê birayê hevjîna wê Ferhat Biyikli ve hat qetilkirin dest pê kir. Di rûniştinê de hevjînê Nurcan Biyikli Cemal Biyikli got ku keça wî ya 6 salî û xwişka wî jî rastî îstîsmara zayendî û tacîza bersûc hatin.
Yekemîn rûniştina doza Nurcan Biyikli ya ku di 12'ê çileyê de li navçeya Toroslar a Mêrsînê ji aliyê birayê hevjînê xwe Ferhat Biyikli ve hat qetil kirin li 1. Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Di rûniştinê de hevjîn û zarokên Nurcan, endamên Platforma Jinan a Mêrsînê û parêzer amade bûn. Piştî tesbîta nasnameyan rûniştinê destpê kir û ewil dozger mutala da. Dozger xwest ku bersûc bi îdîayên "Bi zanebûn mirov kuşt" û "ji ber sûcekî din veşart û mirov kuşt û talankirina biçek" cezayê muebedê yên giran û 15 sal cezayê girtîgehê jê re bê dayîn.
Li hemberî xwîşk û biraziya xwe jî îstîsmar pêk anî!
Pişt re Hevserê Nurcan Biyikli Cemal Biyikli axivî û got îfadeyên bersûc hemû derew in û li hemberî keça wî ya 6 salî û xwîşka wî jî îstîmara zayendî û tacîz pêk anîn. Cemal xwest ku bersûc cezayê herî giran bigire. Prz. Sevîm Araci Bek jî got bersûc ji bo ji daxistina ceza fêde bigire armûrê "namusê" bikartîne û got cînayetên jinan hemû polîtîk in. Piştî parastinan ji bo biryarê doz taloqî 16'ê mijdarê hat kirin.
Piştî rûniştinê jinên endamên Platforma Jinan a Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê.
(rc)