Li Derikê cenazê Gulîstan Onen bi merasîmek girseyî hat oxir kirin
16:17
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulîstan Onen li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê hat definkirin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulîstan Onen (Hêlîn Faraşîn) a ku di 16'ê cotmehê de li çoltarê Dersîmê di êrîşa hewayî de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê hat definkirin. Bi hezaran wesayîtan ve duh êvarê cenazeya Gulîstan gel pêşwazî kir û piştre birin morga Nexweşxaneya Dewletê.
Cenazeyê ji morgê hat wergirtin û ji aliyê jinan ve bi dirûşmeyan birin Goristana Kalîkoyê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Gulîstan bi alê PKK' ê pêçandî bi duayan hat definkirin. Li ser navê malbatê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî diyar kir ku şehîd rûmeta gel in û wiha got: "Rêheval Hêlîn ji bo têkoşîn û azadiya gelê kurd canê xwe feda kir. Em serbilind û bi rûmet in. Serê gelê me sax be." Ji bo Gulîstan dê li taxa Bahçelîevler 3 rojan sersaxî bên qebûlkirin.
(ha/rc)