Gelê Şirnexê goristana Cudî ziyaret kirin

18:04

JINHA

ŞIRNEX - Gelê Şirnexê Goristan Ş. Cuma Ş. Binevş ku ji alî hêzên dewletê ve hatibûn xerakirin ziyaret kirin. Dayika Aşitiyê Şemsê Kara li wê axivî û diyar kir ku tişta hatiye kirin wehşetek mezin e û ev tişt anî ziman: “Ez dayîka du şehîda me, ez dema li vê goristanê dibînim gelek xemgin dibim. Lê ger her yek ji me di vê têbikoşinê de du şehîda dabe emê 4’an jî bidin û van wehşan ji holê rakin.”

Gelê Şirnexê bi armanca ku Şehidgeha Ş. Cuma Ş. Binevş ku çend roj berê ji alî hêzên dewletê ve hatibû xerakirin ziyaret bikin çun çiyayê Cudî. Gelên Şirnexê di navê de Parlementerê HDP’ê Faysal Sarıyıldız, Endam û hevserokê DBP’ê, Endamê MEYA-DER, Meclisa Dayîkên Aşitiyê jî di nav de gelek kes ji navenda Şirnex, Hezex, Cizîr û Silopiya hatin goristanê. Kesên ku gihêştin goristinê li hember dimenê ku ditin hestiyar bûn û hovitiya ku li hember miriya hatiye kirin şermezar kirin. Li ber avahiya xerabûyî ji şehîdê tekoşîna azadiyê re deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER a Botanê Mele Qasim axivî.

‘Ev çil salbû dayik li hestiyên xwe digeriyan’

Mele Qasim got ku li hember nirxên wanî herî pîroz êrîşek qirêj hatiye kirin û ew vê êrîşê nelet dikin. Mela Qasim di dewama gotinê de diyar kir ku êrîşên li ser goristana bi tu awayî nayê qebulkirin û wiha axivî: "Kesên li hember dîn xwe berpirsiyar dibînin vaye hûn dibîn ev çil sal bû dayîk li hestiyên zarokên xwe digeriyan niha nahêlên hesti di gorê xwe de jî rehet razên.” Mele Qasim anî ziman ku li hember vê sîyaseta talankirinê wê li pey xeyalê şêhîdê xwe bin û wê şopa wan bimeşînin. Mele Qasim gef xwarinê Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çawa yê berî we derbasbûn û çûn niha winê jî herin. Gelê kurd çawa heya niha serê xwe li hember gefxwarin, qetliam û kuştinan ne tewand; wê ji niha pê ve jî serê xwe netewîne. Kurd bi kuştinê xelas nabin. Emê li pey şêhîdê xwe bin û tê bikoşin û emê aramiya tirkiyê li ser rihê şehîdê xwe ava bikin."

‘Gelek deshilatan ev ax dagirkir lê tu ji wan evqas ne bê ehlak bû’

Piştî Mele Qasim Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî diyarkir ku Çiyayê Cudî cihê mirovahî lê şînbûye ye ji wê bûnê gelek caran hatiye dagir kirin û wiha axivî: "Cengîzhan, Tumur, Şah İsmail hatin li van deran şer kirin hima yek ji wan jî weke yê niha bê ehlak nîn bûn.” Faysal desnişan kir ku vê wehşetê tenê DAİŞ dike û wiha got: "Niha gelê me ji hemû demî bihêztir e. Winê di bin vê wehşata ku dimeşîn de bimîn. Win dixwazin ku gelê me erdinigariya xwe terk bikin lê gelê me li bajara jî li çiyayan jî berxwe dide û li piya dimîne.”

‘Ewê têkoşîna me dewam bike’

Piştî Faysal Li ser navê Meclisa Dayîkên Aşitiyê Şemsê Kara axivî. Şemsê got ku ne Tansu Çiller ne Kenan Evren nikarî gelê kurd xilas bike û Tayip Erdogan jî wê nikaribe gelê kurd xilas bike. Şemsê got ku bi hezaran zarokên wan dayîkan hatine kuştin lê dayîk bûne lêhiya berxwedanê û wiha hestê xwe anî ziman: “Ez dayîka du şehîda me, ez dema li vê goristanê dibînim gelek xemgin dibim. Lê her yek jime du şehîda dabe emê 4’an jî bidin û van wehşan ji holê rakin.”

(ma/zt)