Jinên Geverê: Jiyana me berxwedan e

09:22

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê bi pêşengiya jinan li taxan berxwedan berdewam dike. Jinên di berxwedanê de diyar kirin ku ji derveyî berxwedanê tu rê tineye û wiha gotin: "Berxwedana me li kolanan malan li her deran berdewam dike. Jiyana me niha berxwedane, ji derveyî berxwedanê ti rê nîne. Emê jin di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst bidin. Ji bo wê jî bila ji hêza me jinan bitirsin."

Li navçeya Gever Colemêrgê jin li hemberi hemu êrişên polîtîkaya şerê tayîbetê AKP'ê dayî despêkirin liberxwe didin û tu astengiya nasnakin. Ji jinên Geverê Fatma Abo da xuyakirin ku ew ji bo şer jî ji bo aştiyê jî amede ne û wiha axivi;"Em li Geverê li hemberi çeteyên AKP'ê ciwan, zarok û jin bi hevre liberxwe didin. Em jin cihê xwe di berxwedanên kolanan de digirin, ji bo parastina xwe çî bê kirin emê bikin û li ber xwe bidin. Di heman demê de ji bo aştiyê jî em amaden, ji bo aştî û aramî bê vî welatî çî bê kirin emê bikin. Ji bo wê jî em dibêjin em ji bo şer û aştiyê amadene. Ji bo giyana demê çî bê xwesitin em ewin û emê wê bikin."

'Ew kîne heya çiyayên me bikin toz û duman?'

Besna Dede bertek nînanî gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu di demên dawiyê de derdikevin da û got: "Dibêjin emê çiyayê wan bikin toz û duman. Ew kîne heya çiyayên me bikin toz û duman, ji wan nehatiye û nikarin. Çiyayên me wiha hêsan nîne ku bibin toz û duman. Gelekan ew gotine, siwar hatine di vegerê de peya çune. Ji bo wê jî em ji reşên wan na tirsin. Ew çî dibêjin di xema me de nîne. Tenê di xema me de parastina xwe kolanên xwe ne. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li dengê xwe xwedî derketin û parastina sindoqên xwene. Ji derveyî vê kî çî reşan dike bila bike. Ji xwe çî ji wan tên dikin, her roj zarokên me qetildikin, ma dê êdî çî bikin. Em gelê vê axêne, li ser vê axê mezinbûne û yên li ser vê axê bijîn emin. Emê heya dawiyê ji bo parastinê di berxwedanê debin."

'Ji derveyî berxwedanê rê nîne'

Jina Ciwan a bi navê Hulya Akın jî anî ziman ku heya dagirker xilas nebin ew dev ji berxwedanê bernadin û wiha got: "Heya ku dagirker binkevin em dev ji berxwedanê bernadin. Berxwedana me li kolanan malan li her deran berdewam dike. Em li hemberî hemû astgiyan kujeran û çeteyan şer dikin. Bila çete û deshilatî ji hêza me jinan bitirsin. Jiyana me niha berxwedane, ji derveyî berxwedanê niha ti rêyên dinê nîne. Ji bo wê jî heya em deshilatiyê parçe nekin û ji hev bela nekin emê berxwedanê berdewam bikin. Jiyana me niha berxwedane, ji derveyî berxwedanê niha ti rêyên dinê nîne. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dê hêza me jinan bibînin. Ji bo wê jî divê ji hêza me jinan bitirsin."

(zyd/zt)