'Ez şerim dikim ku bêjim, ez birîndar im'
09:26
Bêrîtan Canozer-Têkoşîn Tekîn/ JINHA
AMED - Melîha Urek ê ku biguvahiya komkujiya Amedê û Enqereyê kir, desnîşan kir ku dema li Enqereyê teqîn pêk hat ew xwe di teqîna Amedê de his kir û ev tişt got: "Teqîna Enqere yê û Amedê wekhev bû û ez heman tişt jiyam. Li hember dîmenê ku min dît ez şerime dikim ku bêjim ez birîndar im. Tenê dixwazin ku mirov bimirin û mirovan bikujin."
Di 10'ê cotmehê de li ser banga Platforma Ked û Demokrasiyê mitînga aştiyê hat lidarxistin. Di mîtingê de du êrîşên bombeyî pêk hat û gelek kes jiyana xwe ji dest dan û dîsa gelek kes bi giranî birindar bûn. Meliha Urek ê ku biguvahiya teqînê kir û yek ji birîndaran e dema teqînê anî ziman. Hejayî gotinê ye ku Melîha Urek di êrîşa bombeyî ya ku 5'ê Hezîranê de di mîtinga HDP'ê ya Amedê de jî amade bû. Melîha wiha qala êrîşê kir: "Dema ku ez çûm qadê gelek qelabalix bû. Ji her derî mirov hatibûn û aştiyê diqîriyan. Di dilê me hemûyan de hêstên cuda hebû û di çavên her kesî de baş dihat xwendin. Em ji bo komkujî hovîtiya ku li welat bê rawestandin çûn mîtingê."
'Min bi rêhevalên xwe re dîlan negerand'
Melîha desnîşan kir ku bi coş û kelecanek mezin li qadê hebûye lê ew coş û kelecan hat jerhkirin û wiha pêde çû: "Di serî de me bihnên pir xweş derbas kir. Her ku çû mirov kêyfxweş bûn û keyfxweşiya wan di rûyê wan de dihat xwendin. Helecanek pir cuda hebû di dilê me de. Wek coja Newrozê bû. Tevî bi dehan rêhevalên xwe em çûn da ku dîlana aştiyê bigirin. Lê min bi rêhevalên xwe re dilan negirt."
'Xeyalên me bombe kirin'
Melîha balkişan li ser tunebûne polîsan û wiha pê de çû: "Li qadê tu polîs tune bûn. Min vê jî ji hevalên xwe re parvekir. Tune bûna polîsan sînyala felaketiyek bû. Lê em ewqas bi kelecan bûn ku em qet li ser ne rawestiyan. Di êrîşa Pirsûsê de jî tu polîs tune bûn. Pişt re polîs hatin û êrîşê gel kirin. Li Enqereyê jî heman tişt hat jiyandin. Berî ku em biçin Enqereyê me bi hevalên xwe re planên gerê çêdikir. Me dixwest ku piştî miting bi dawî bibe em li navenda bajêr bigerin. Lê mixabin xeyalên me hatin bombekirin û me xeyalên xwe bi cih ne anî."
'Min nişka ve xwe li Amedê hîs kir'
Melîha êrîşa bombeyî ya ku di 5'ê hezîranê de di mîtinga HDP'ê de pêk hatî û di encamê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan bibir anî û wiha got: "Ez di teqîna Amedê de jî li cihê êrîşê bûm û li Enqere yê jî dîsa li heman cihî bûm. Lewra dema ku êrîş çê bû min xwe li êrîşa amedê de hîs kir. Wê demê jî duyên reş û zer li ser girseyê belav bû. Ez ketim şokê li şuna xwe mam û min derdorê xwe temaşe kir. Qîrîna mirovan dihat guhê min. Her der gola xwînê bû û behna şawatê dihat pozê min."
Melîha got ku piştî ewqas miriyan ez şerim dikim bêjim ez birindar im û wiha dirêj da axaftina xwe: "Bi sedan cenaze li erdê hebûn û her kes wek gêjan bû. Birîna min ne di xem ama min de bû. Tiştê ku min dît gelek giran bû. Jiyana min wek mûcîze tê ji min re. Ligel ew qas tiştan çawa ez bêjim ku ez birîndar im. Bi hezaran kes ji bo aştiyê hatin qadê. Tenê daxwaza wan ew bû ku bila êdî mirov nemirin bû. Lê mirin. Ez vê komkujiyê hov tu carî ji bir nakim."
'Em ligel aştiyê bi hêvî ne'
Melîha di dawiya axaftina xwe li ser banga agirbesta KCK'ê rawistiya û wiha bi dawî kir: "Mirov bi hêvî û baweriyek mezin hatin Enqera yê, lê bi bombeyê êrîşê aştiyê kirin. Em tev dizanin ku li vê welatê aştî nayê xwestin. Em ligel aştiyê bi hêvîne"
(ho/rc)