Safura Guneş:Wek jinên azadîxwaz em ê tev ji têkoşîna xwe bernedin

09:27

JINHA

Hulya Okalîn- Nîşmiye Guler/JINHA

WAN - Hevşaredara Begirê ya Wanê Safure Guneş derbarê binçav kirin û girtina hevşaredarên jin nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ligel hemû zordarî û gefan dê wek jinên azadîxwaz li qadan bin û heya dawiyê têbikoşîn.

Bi konsepta şer a ku AKP'ê li dijî gelê kurd daye destpêkirin bi operasyonên qirkirinên siyasî li ser hevşaredarên jin yên DBP'ê bi her awayî berdewam dike. Li gelek bajarên Bakurê Kudistanê rêveberiya xweser hat îlankirin. Bî îlankirinê re di serî de Wan û Amed li gelek bajaran hevşaredarên jin hatin binçavkirin û girtin. Dîsa li gelek navçeyên Wanê li ser hevşaredarên jin oparasyonên qirkirinê dan meşandin û hevşaredarên jin yên wek Sevîl Rojbîn, Handan Bagci, Dîba Keskîn û herî dawî Aygul Bîda hat girtin. Hevşaredara navçeya Begirê ya Wanê Safure Guneş derbarê binçav kirin û girtiyan de axivî û diyar kir ku armanca operasayonên li ser jinê astengiya xebatên azadiyê ye. Safure anî ziman ku tu êrîş û gef wê jinan ji xebatên azadiyê dur nahêle û ew ê ligel hemû zordariyan dê têkoşîna xwe bidomînin.

'Dewlet ji jinan ditirse'

Safure desnîşan kir ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ji hêza jinê ditirse û wiha pê de çû: "Bi salan e ku dewlata Tirk ji bo jinê tune bike bi her awayî tevgeriya. Jinê di nav civakê de tune kir. Jin ji çand xwe û dîroka xwe dur hat xistin. Lê niha dibîne ku jin êdî bi her awayî li qadan e. Em operasyona ku tên kirin wek operasyona dîlgirtinê dibinin û dinîrxinin. Tenê armanca dewletê ew e ku qadên me vala bike û destûr nade ku xebatên me bên meşandin. Ev operaseyonên ku tên kirin ne bêhiquqiyê bi tamamî siyasiyê û AKP'e naxwaze rêveberên Kurd ji gelê xwe re xizmetê bikin."

'Heya niha bi tu awayî gelê me gazincan li me ne kirine'

Safure li ser qirkirina oparasyona siyasinî rawestiya û ev tişt anî ziman: "Bi salan e em ji bo gelê xwe bê nav ber xizmet dikin. Heya îro gelê me bi tu awayî gazincan ne kirine. Ji ber ku me heya niha pere û mafê tu kesî nexwariye. Em serfirazin. Em li ser dawaza gel hatin ser karê xwe. Eger ku gel ji me ne razî bûya dema hilbijartinê dengê xwe ne didan me. Gel me aniye heya vê sinorê û encax li ser daxwaza gel em dev ji karê xwe berdin."

Safure di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketinê li hemû jinan kir û wiha bi dawî kir: "Çawa ku em wek jin ji bo aştiyê li çiyan bi canê xwe dibin mertalên zindî. Bila xwedî li vîna xwe jî derkevin û heya dawiyê li qadan têbikoşin. Bila baş bê zanîn ku hevalên me yên ku hatin girtin bi îradeya gel hatin hilbijartin. Her çiqas girtîbin jî dê gel li ser biryara wan bên birêvebirin û gotinên wen esas bê girtin."

(rc)