Halîl Işik hat oxirkirin

15:01

JINHA

EDENE - Cenazeyê Xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Işik ê ku duh li Amedê di encama qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Edeneyê ji aliyê heval û malbata wî de hat definkirin.

Di encama qezeya trafîkê de Xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Işik jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Halîl Işik şevê din ji Amedê anîn Semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê. Cenazeyê Halîl Işik ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Işik bi konvoyê anîn Goristana Kuçukoba û piştî vecîbeyên olî hat definkirin.

Xebatkarê çapemeniya azad ê 15'e salan bû

Ji Halîl Işik ku emre xwe dabû xebatên çapemeniyê diruşmê "şehît namirin" hat qîrkiri. Piştî karên definkirinê bi dawî bû rêzgiretin pêk hat û pişt re Hevserokê MEYA-DER'ê yê Edene Murat Turgay diyar kir ku Halîl Işik 15'e salan di nave çapemeniya azad de xeba meşande û serê hemû xebatkarên çapemeniya azad û malbata wî sax kir. Pişt re hevalê Halîl Tuncay Korkmaz jî wiha got: "Em li vir tenê ji bo Rêheval Halîl oxir bikin û an jî rîtulekî olî pêk bînin nehatin cem hev. Em ji ber keda têkoşîn û paqijiya Halîl li virin."

(ha/rc)