'Em ê komkujiya Kobanê ji bîr nekin'

09:26

Zêrîn Kurtay- Rabîa Eto/JINHA

KOBANÊ - Endama Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê Xanim Mihemed derbarê komkujiya 25'ê Hezîranê a li ser Kobanê de nirxandin kir. Xanim got: "Gelê Kurd li dijî komkujî û êrîşên hovane xwe êdî bi rêxistin. Her çiqas hewlbidin bi ser me de werin jî ji ber em xwedî vî axîne em ê bi serbikevin."

Endama Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê Xanim Mihemed derbarê komkujiya ku di 25'ê Hezîranê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li hember gelê sivîl ên Kobanê pêk hatî nirxandin kir. Xanim destnîşan kir ku armanca êrîşan tune kirina Kurdane û wiha got: "Bi berdêlên giran em rabûn ser piyan. Li dijî gelê Kurd komkujiyên wiha ne cara yekembû. Çiqas bi ser mede bên em ewqas bi hêztir radibin ser piyan. Ji ber em wek gel bi nirxê şehîdên xwe mezin dibin."

'Hikûmeta AKP'ê piştgirî da çeteyên DAIŞ'ê'

Xanim diyar kir ku hikûmeta AKP'ê piştgirî da çeteyên DAIŞ'ê ku komkujî pêk bînin û wiha got: "Bi yek carê ve em bi dengê guleyan hişyar bûn, çeteyên DAIŞ'ê bi cil û bergê YPG'ê êrîş bir ser gelê sivîl. Hemû ji aliyê Tirkiyê ve bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê ve hatibûn û li bajêr xwe bi cih kiribûn. Êrîşek dervî rêgezên şer bû. Li ser navê cîhadê û Îslamê bê ehlaqî li hember gel pêk tînin. Di tu şerîatê de serî jêkirin rewa ne hatî dîtin."

'Rêxistin û yekîtiya gelan dê êrîşê hemû desthilatdaran vala derbixe'

Xanim destnîşan kir ku, çeteyên dijî mirovahiyê ji yekîtiya gelan ditirsin û ji ber vê bi aweyek hovane êrîşê gelê bê guneh dikin û wiha domkir: "Yekîtiya gelan buye tehlûkeyek ji desthilatdaran. Pergala Xweseriya Demokratîk tevahî gelê bindest li dora xwe dicivîne, desthilatdar ji vê pergalê û yekîtiyê ditirsin. Lê belê rêxistin û piştevaniya gelan dê hemû êrîşên desthilatdariyê vala derbixe. Em ê komkujiya Kobanê ji bîr nekin. Ji ber ev komkujî ne tenê li dijî gelê Kobanê pêk hatî, li hember tevahî gelê Kurd pêk hatiye."

(rc)