Zarokên Şengalê hovîtiya DAIŞ'ê vegotin
09:30
Rûksen Efrîn /JINHA
QAMIŞLO - Zarokên Êzidî ên ku di dema dagirkirina Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn revandin, xwe ji destê çeteyan rizgar kirin û gihêştin Rojava. Zarokên Êzidî D.O. û Z. A.X. zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê vegotin.
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîş bir ser herêma Şengalê û komkujî li hember gelê Êzidî pêk anî. Di encamê êrîşa li ser herêma Şengalê de gelek welatiyên Êzidî bi hovanî qetilkirin û bi hezaran jin û zarokên keç ên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin. Bi hezaran jin û zarokên ku equbeta wan ne diyare, rastî qirkirîna çandî û olî, tên. Zarokên Êzidî D.O û Z.A X ên ku di dema dagirkirina Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, bi derfetên xwe ji bajarê Mûsil a Iraqê xwe gihandin bajarê Hesekê a Kantona Cizîra Rojava. Zarokên Êzidî destnîşan kirin ku li Mûsilê gelek jin û zarokên Êzidî di bin zilm û hovîtiya çeteyan de li bendê rizgar kirinê ne.
'Tirs di min de kîn û nefretê li hember çeteyên DAIŞ'ê avakir'
D.O. diyar kir ku ew mirinê dan ber çavan û reviyane û got: "Çeteyên DAIŞ'ê jiyanek bê ehlaqî dijîn. Ew kafirin. Salek û 2 heyv min zilm û zordariya wan dît." D.O anî ziman ku piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş birine ser Şengalê malbatê wê tevde dîlgirtine û wiha berdewam kir: "Çeteyên DAIŞ'ê malbata min tevde revand. Dayîk, bav û birayên min hemû birin. Min bê malbat hêştin. Ez di vê temena xwe ya 10 salî de wek mirovê sedsalî dihizirim. Rondikê çavên min êdî neman, ez bûme weke kevirekî bê rih mame. Tirs di min de kîn û nefretê li hember çeteyên DAIŞ'ê avakir."
'Jiyan li me tarî kiribûn'
D.O. wiha domkir: "Çeteyên DAIŞ'ê piştî min ji malbatê qutkirin, min dan mêrek ji bavê min meztir. Emîrê çeteyan bû. Navê wî Ebo Hebaş Alcezîrewî bû û seqet bû. 9 heyvan min li gel xwe girt her tişt mafê xwe didît. Min tecewiz kir. Her wiha dervî min 3 zarokên keç ên din jî li ba xwe girtibû. Ji mera digotin hûnê quranê bixwînin. Dema min digot ez nizanim, li min dida û wiha min ditirsand. Jiyan li me tarî kiribûn. Rojên me bi girî derbas dibû. Piştî ewqas zordarî, me biryarê revê girt. Dema ku ew ji malê derkete em jî reviyan. Em li wesayîtek siwarbûn û ji ajokar me alîkarî xwest ku me xilas bike. Piştre me anî bajarê Hesekê û bi vî aweyî em hatin Qamişlo."
'Hêviya min ji jiyanê nema bû'
D.O bilêvkir ku ew bawer nekirbû ku bighêje Rojava û wiha got: "Hêviya min ji jiyanê nema bû. Min bawer nedikir ku ez rojek din vegerim nava gelê xwe. Ez hêvîdikim ku malbatê xwe jî bibînim û wan hemêz bikim."
Zaroka bi navê Z.A.X. ji ber tiravmeyên giran nekarî bipeyve. Her du zarokên keç bang li tevahî mirovahiyê kirin ku zarok û jinên di destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Zarokan diyar kirin ku bi hezaran jin û zarokên keç rastî hovîtiyê çeteyan tên û divê bi aweyek lezgîn bên rizgar kirin.
(rc)