Perwîn Hesen: Divê jin xwedî li civakê derê

10:01

Newroz Dijwar / JINHA

SILÊMANÎ - Endema Desteya Rêveberiya RJAK'ê Perwîn Hesen, derbarê aloziyên aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de wiha got: "Sedema bûyerên ku li vir tên jiyan kirin ne tenê ji ber maaşê ye, bingeha xwe ji pirsgirêkên civakî û ewlehiyê digre. Di rewşên wiha de divê jin xwedî li civakê derê."

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) Perwîn Hesen, derbarê aloziyên siyasî û aborî ên li Herêma Fedaral a Kurdistanê pêk tê nirxandin kir. Perwîn destnîşan kir ku ji aloziya heyî herî zêde jin û ciwan bandor dibin û wiha got: "Ciwan çareserî bi çûyîna dervî welat dibînim. Ji ber ji bo pêşeroja xwe tiştek li vir nabîne. Divê em wek jin bi aweyek lezgîn vê pirsgirêkê çareser bike. An wê alozî kurtir bibe, birîn û nekokiyên derbasbûyî bê jiyan kirin."

'Divê gavên demokratîk bên avêtin'

Perwîn diyar kir ku ji bo rê li ber koçberî û aloziyên civakî bên girtin divê gavên demokratîk bên avêtin û wiha domkir: "Aloziya aborî, siyasî û ewlehî li Başûrê Kurdistanê gihêştiye asta jor. Wek RJAK'ê em dixwazin vê pirsgirêkê zû çareser bikin. Eger pirsgirêk çareser nebe dê kurtir bibe û rewş xiraptir bibe. Divê pirsgirêk bi riyên demokratîk bên çareser kirin. An wê alozî kurtir bibe, birîn û nekokiyên derbasbûyî bê jiyan kirin."

'Wek RJAK'ê em her li gel gelbûn'

Perwîn anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî ew ji aliyê jinan ve komîsyonek avakirine û got ku ew her li gel çalakiyê gel cihên xwe digrin. Perwîn wiha dirêjî da gotina xwe: "Wek RJAK'ê ji dema ku çalakî destpêkiriye heya niha em li gel mamoste, bijîşk û gelin. Me piştgirî da wan. Di demek wiha de me însiyatîfa jin avakir. Ev însiyatîf dê pirsgirêkên heyî nîqaş bike û riya çareseriyê peyda bike." Perwîn bi lêvkir ku divê hemû jin li hember pirsgirêkên heyî dengê xwe bilind bikin û banga helwest nîşandan li jinan kir.

'Zîhniyeta desthilatdar dixwaze pêşengiya jin bike malê xwe'

Perwîn da zanîn ku ji roja despêkê heya niha jinên mamoste û ciwan pêşengîn dikin û got jin dixwaze di çareseriya pirsgirêkan de çareserî bibîne. Perwîn wiha pêde çû: "Di çalakiyan de jinên mamoste pêşengî kirin û herî zêde dengê wan derket. Lê ji ber partiyên ku bi zîhniyeta mêr hatî avakirin xwestin li ser pêşengiya jinan û bertekê gel ên siyasî rant bike û bike malê xwe. Li hinek cihan xwastin provokasyon bikin."

Perwîn wiha dawî li gotina xwe anîl: "Sedema bûyerên ku li vir tên jiyan kirin ne tenê ji ber maaşê ye, bingeha xwe ji pirsgirêkên siyasî, civakî û ewlehiyê digre. Di rewşên wiha de divê jin xwedî li civakê derê. Ji ber ên herî zêde dibin qurbanê pirsgirêkên siyasî û leşkerî jin in."

(rc)