'Em dev ji şehîdên xwe û axên xwe jî bernadin'
12:21
Zeynep Akin/JINHA
ÊLIH - Jinan bertekên dijwar nîşanî êrîşên li ser 'Şehîdgeha Mawa' dan û diyar kirin ku ew demên borî jî rastî polîtiyakên bi vî aweyî hatine û gotin: "Eger canê me jî bistînin, axê ku şehîdên me canê xwe li ber feda kirine em ê terk nekin û yek gav jî paşve navêjin."
'Şehîdgeha Mawa' a li sêgoşeya Êlih, Mêrdîn û Sêrtê de cih digre di encamê êrîşê leşkeran de taxrîbatên mezin rû da. Camî, tirbe, depoyê avê û kepçe hemû hatine gêrkirin û Tirbeyê Şêx Îbrahîm a ku ji aliyê gel ve wek cihek pîroz tê dîtin, benzîn lêkirin û şewitandin. Ev yek jî têra nekir, her wiha darên ku temenê wan sed sale ji kokê hat rakirin. Niştecihên gund diyar kirin ku bi hezaran leşker dora çiyayê Mawa girtibûn û gotin ew rastî tehdîda leşkeran jî hatine. Jinên gundê Şemse bertek nîşanî îlankirina 'Heremên Ewlehî ên Tabet' û êrîşê leşkeran dan.
'Delîlê ku Erdogan ne Mûslimane di şehîdgehên ku tên hilweşandin de ye'
Makbule Toy a ji gundê Şemse destnîşan kir ku êrîşên li dijî cihên pîroz hovîtiye û got: "Eger Mûslimanbaya wê heqeretek bi vî aweyî pêk ne anîba. Têkiliyê Erdogan bi Îslam û Mûslimantiyê ve nîne, delîlê vê yekê bi êrîşên ser şehîdgehê ne. Ji mala Xwedê û şehîdên me tu çi dixwazî. Ev camî mala Xwedê ye, şehîdgeh cihên me ên pîrozin. Bi kîjan mafî û curetî tu êrîş dikî. Ev axê meye ne yê Erdogane. Tu çawan êrîşê şehîdên ku di bin axê dene dikî zalim. Kiye û ji kur hatiye jê pirsbikin, eger mirovê vî axî be dikare pêl van erdan bike."
'Em ê tola vê zilma ku kiriye ser sendoqan pirsbikin'
Makbule a ku dibêje "Erdogan DAIŞ'e" wiha got: "Yê ku piştgirî dide DAIŞ'ê xizmet dike ew bi xwe ye. Werin bibînin ku mirov piştevaniya vî zalimî bike, hûn xayînin. Heya ku yek jin zarok bimîne jî em ê dev ji ax, doz, gerîla û şehîdgehên xwe bernedin. Ev zalim çi ji me dixwaze. Mafê me a rewaye ku em dexwaza maf, ziman û nasnameyê xwe bikin. Çiqas zilm jî bikin, em ê ji bo maf û huquqê xwe têbikoşin. Kes nikare me ji têkoşînê sar bike. Mirovên bi namûs ew ê di sandoqan de bersivê vê zilmê bidin."
'Erdogan ji miriyê me jî ditirse'
Makbule wiha got: "Kesên dibêjin ku ez Kurdim û nûnertiya wî dike qet dilê we nayêşe, şerim nakin. Namûs, şeref û heysiyetê wan nîne qey. Kevirên vir namûsê gelê Kurde. Ev çi zilme ji xwe pirsa 'ez çi dikim' pirsnakin qey. Dewlet berê jî ji bo ku gel berde hev û pêvçûn derbixe diket nava hewldanan. Dewlet niha jî heman polîtîkayê xistiye dewrê. Tansu Çîller gundan şewitand, Erdogan jî camî û şehîghê me dişewitîne. Zarokên me dê mezin bibin û hesabê vê zilmê bipirsin."
Mekbule diyar kir ku tirba 200 sal a Şêx Îbrahîm ku ji aliyê gel ve wek cihê pîroz tê dîtin leşkeran benzîn lêkirin û şewitandin û wiha got: "Dewlet weke berê êrîşê nirxên me ên manevî û madî dike. Piştre tên û dibêjin hûn çima dijberî me dertên. Zarokên me ji ber kevir davêjin tên suçdar kirin, lê bila pirsbikin ka çima ev zarok kevir davêjin. Li ber çavê wan zarokan dayîk û bavê wan tên qetil kirin, ben dixin stuyê wan û li pişt panzerê kaş dikin. Bê guman zarok û ciwan dê tola vê yekê rakin. Zarokên me Erdogan dişîne çiyê."
'Axê ku şehîdên me canê xwe li ber feda kirine em ê terk nekin'
Ayşen Sevgî jî bi lêvkir ku di salên 90'î de ew hatine surgun kirin, piştî vegerîne cardin dixwazin werin surgun kirin û wiha got: "Hewldidin ku şer kur bikin. Bi hemû hêzê xwe êrîşên me dikin, ev têra nake jî êrîşê ser şehîdgehên me jî dikin. Kî dev ji axa xwe berde. Têkoşîn û doza me ji bo axê meye. Eger canê me jî bistînin, axê ku şehîdên me canê xwe li ber feda kirine em ê terk nekin û yek gav jî paşve navêjin."
(rc)