YPJ'e li Dêrikê Şaxa Rêxistinî vekir
13:08
JINHA
DÊRIK - Hêzên YPJ'ê bi navê 'Şehîd Evîn Dêrik' şaxa rêxistinî vekir.
Ji aliyê hêzên YPJ'ê li bajarê Dêrikê ya girêdayê Kontona Cizîrê şaxa rêxistinî a bi navê 'Şehîd Evîn Dêrîk' hat vikirin. Vekirina şaxa rêxistinî de ji xeynî YPJ'ê welatiyên Dêrîkê bêşdar bûn. Di vekirinê de bavê Şehîd Evîn Dêrik Salih axifî û vekirina şaxa rêxistinî pîroz kir û got: "Keça min Evîn hertim digot 'ezê şopdarê têkoşîna şehîdan bim û heya ku gelê Kurd ji dagirkeriyê DAIŞ'ê rizgar bibe ez ê xwedî li çekê şehîdan derêm'."
Piştî axaftina Salih Seîd Şaxa Rêxistinê ya YPJ'ê bi diruşmê "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê" hat vekirin. Çalakiya vekirinê bi koma muzîk a Cudî ya girêdayê Navenda Çand a Dîcle yê bi sitran gotinan bi dawî bû.
(ha/rc)