Ji Koordînasyona Giştî ya Rojava pîroz kirina Girê Spî

14:26

JINHA

ROJAVA- Koordînasyona Gişti a Rojava Rêveberiya Cewheri ya Demokratik ya li Girê Spî hat îlankirin pîroz kir. Koordînasyona Gişti a Rojava diyar kir ku ev biryarê ji bo Suriyek demokratîk û hemû aliyên Rojava gavek dîrokiye.

Koordînasyona Gişti a Rojava Rêveberiya Demokratîk biryara Girê Spî bi daxuyeniyek niviskî pîroz kir. Di daxuyani yê de hat gotin ku "Ev biryar gavekê dîrokiye. Ew serkeftin bi berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê pêk hat. Li Girê Spî biryara wekheviya gelan gihêştin Rêveberiya Cewheri ya Demokratik. Em vê biryarê gavek mezin dibînin. Ev biryar li gelê Girê Spî û gelê Rojava pîroz be."

Di daxuyaniyê de Koordînasyona Giştî a Rojava bang kir ku hemû Rojeva yî alikarî bidin Rêveberiya Cewheri ya Demokratik a Girê Spî. Koordînasyona Giştî a Rojava diyar kir ku ev biryar ji bo Suriyek demokratîk û hemû aliyên Rojava gavek dîrokiye.

(ha/rc)