Jinên ciwan bi hilberînên hevpar de wê hev bibînin
14:31
JINHA
MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Jinên Nisêbînê ya DEM-GENÇ'ê bi diruşma " Bi hilberîna xwe komîna xwe ava dikin" atölye ya hevpar vedikin.
Endamên Meclîsa Jinên Nisêbînê ya DEM-GENÇ'ê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi diruşma "Bi hilberîna xwe komîna xwe ava dikin" xebat dan dest pê kirin. Jinên DEM-GENÇ'ê "Terzîxaneya Şehît Ekîn Wan" vekirin. Jinan anî ziman ku terzîxaneyê ji Kevser Erturk (Ekîn Wan) ya gerîlaya YJA-Starê ya ku li şerê li navça Gimgim a Mûşê de jiyana xwe ji dest da û cenaze Ekîn teşhir hatibû kirin feda kirin.
Terzîxaneya li taxa Yenîşehîrê ya navça Gimgimê bi tevlîbûna rêveberên HDP û DBP'ê, xebatkarên şaredariyê û bi beşdarbûna welatiyan hat vekirin. Berya vekirina terzîxanê welatiyên li taxên kom bibûn li ber strana govênd girtin. Di vekirinê de endama DEM-GENÇ'ê Ebru Çagan anî ziman ku " Jinên ciwan careka din bi xebatên xwe nîşan kirin ku alikariya wan bi ewlehiya dewleta metingerî tuneye. Em wekî jinên azad, herdem em ê bibin pêşenga tekoşînê."
(ha/rc)