Dayîkên Aştî şehîdên xwe bi bîr anîn

18:10

JINHA

HESEKÊ - Dayîkên Aştî ên bajarê Hesekê şehîdên taxa Xeşman a ku berî 40 roj di encama êrîşa întîharî a çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Berî 40 roj êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li hember navenda Asayîşê pêk hatibû û di encamê de 7 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Dayîkên Aştî ên bajarê Hesekê şehîdên taxa Xeşman bi bîranîn. Di merasîma ku Dayîkên Aştiyê pêşengiya wê kirine Rêveberên TEV-DEM, Endamên Civaka Sivîl û şervanên YPG/YPJ'ê tevlîbûn. Merasîm li Şehîdgeha gundê Dawid a bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Piştre jî Rêvebera TEV-DEM'ê Nûcan Hesen axivî û sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest. Her wiha endamên Dayîkên Aştî Minewer Îbrahîm, Fatma Ebdo û Emîne Osman jî axivîn û diyar kirin ku ew ê li hember hemû êrîşan têkoşîna xwe berfireh bikin û soza domandina berxwedanê dan.

(ee-gb/rc)