Jinên Botanê: Şer ji Botanê derspêkir dê aştî jî ji Botanê despêbike
09:30
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Gelê Botanê goristana Cudi ya ku ji aliyê leşkeran ve hatî xerakirin ziyaret kirin. Dayikan ji nû ve dest bi avakirina goristana zarokên xwe kirin. Dayikan diyar kirin ku Serokomar û hûkûmata wî êrîşî nirxên wanê herî pîroz dikin lê ev êrîş wê bê bersiv nemînin û ev tişt anîn ziman: "Emê Erdogan paşpaşkî li kerê siwar kin û wî şi Kurdastanê derbixin. Siliha yekemîn li Botanê teqiya ye bi izna xwedê wê aşitî û azadî jî ji Botanê despêbike.”
Gelê Şirnexê des bi paqijiya goristana çiyayê Cudî kirin. Bi xwesteka Serokomar Recep Tayîp Erdogan fermana xera kirina 14 goristinên gerila yên li Bakurê Kurdistanê hat dayîn. Yek ji van goristanan Goristana Ş. Binevş Ş. Cuma ya li çiyayê Cudî ye. Çiyayê Cudî ku li herêmê wek cihek pîroz tê dîtin bi hewan û kepçeyan hat xwerakirin. Gelê herêmê bertek li hember vê yekê nîşan da û diyar kirin ku bi hezaran sal berê mirovatî ji vê derê belavbûye lê niha mirovatî li vê derê di şexsê miriyan de tên tinekirin.
Di nava xaniyên xerabûyî de kevokên aşitiyê…
Di êrîşan de ji xeynî avahiyan û goran dar û kulîlk jî hatin talan kirin. Gel dema avahî û baxçên ku bi kedek mezin hatibûn çêkirin xerakirî dîtin hestîyar bûn. Lê dema dîtin kevok di nava avahiyê xerabî de mane û vê derê terk nekirine dengê ‘Ey hewar, ey hewar hêlina çukan jî xerab kirine’ bilind bû ji nav girseyê. Dayîkan dest bi çêkirina goran kirin û bi destê xwe ax û kevirê ku ketine ser gora rakirin û gotin dewlet çiqas xerab bike ewê disan çêbikin.
‘Hunê çawa hesabê vê hovîtiyê bidin’
Jina bi navê Fatim diyar kir ku ji ber xirab kirina goristanê nifira li Serokomar Recep Tayîp Erdogan kir û wiha axivî: “Tê hesambê vê hovîtiyê çawa bidî.” Fatim bang li cerdavanê ku tevlî operasyona çiyayê Cudî bûne û goristanê xwerab kirine kir û got: "Cerdevanê Gite û Bêsbin hûnê sibê bi çi ruyî bên Silopya. Hunê bi çi ruyî silavê bidin me. Em jî silava we negrin û emê bêjin nelet li we be. Eger hûn şerefa xwe bi fikiriyana we wiha ne dikir ew çeka ti car we nabe rêya namusê dev ji wê çekê berdin.”
‘Emê bi guhar û gustilkên xwe bi keda destê xwe goristanê ji nûve çêkin’
Dayîka Aşitiyê Emina Alkiş a ji Slopiya hatiye serdana goristanê jî bilêv kir ku netenê kurd gelek mirovên ji gelên cuda di nava vê goristanê de hene, ji ber ku Çiyayê Cudî deverek ê despêka mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: "Ev hovîti li hemû gelan hatiye kirin. Erdogan bila nebêje min şehîtgehê wan xerab kir êdî nikarin çêbikin. Em guhar û gustilkên xwe jî bifiroşin emê bi tura bera bikşînin û vê goristanê carakadin çêbikin. Soz û bext emê gav paşde navêjin. Em dayîk tim û dayim li pey serokê xwe, doza xwe û şehîdê xwe ne.” Emina hovîtiya ku li dijî Hacî Birlik hatibû kirin bi bir xist û wiha got: "Ez dema nimêj dikim Hacî Birlik tê ber çavê min û ez nimêja xwe xelet dikim. Heta em saxbin emê li pey rêça wan bin.”
‘Lewhê wan jî nemane’
Emina anî ziman ku bi van kirinên hovane windakirina Serokomar û AKP’ê diyar dike û ev tişt got: "Emê wî li pêş û paş li kerê siwarkin û emê wî ji Kurdistanê derxin. Bi izna xwedê emê deshilatdariyê jê bistînin.” Emina bi lêv kir ku hûkumeta AKP’ê ji bo qazanc bike serî li gelek rê û rêbazan dide û wiha dewam kir: "Ew dibêje em cihê sindoqên wan bi guherin emê dinyayê li wan tarî bikin, êdî ew nikare dinyayê li Kurdan tarî bike. Êdî nikare li vê derê xwe bilivîne, lewhê partiyê wan jî li van deran nemane.”
Emina herî dawî got ku dewlet bi taybet jî li ser gelê Botanê êrîşên qirêj dimeşîne û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Siliha yekemîn li Botanê teqiyaye bi izna xwedê wê aşitî û azadî jî li Botanê were avakirin."
(ma/zt)