Şaredariya Hesekê bi pêşengiya jin tê rêveberin

09:31

Gulîstan Bekîr-Ebîr Ehmed /JINHA

HESEKÊ - Yek ji xebatên înşakirina xweseriya demokratîk şaredariya gele. Li bajarê Hesekê jin modela xweseriya demokratîk bi pêşengiya xwe avadikin. Rêvebera Şaredariya bajarê Hesekê Mehabad Seîdo got: "Înşakirina xweseriya demokratîk li Rojava bi pêşengiya jin pêk tê."

Di çerçoveya înşakirina xweseriya demokratîk de li Rojava xebat bê navber didome. Şaredariya bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê ku bi pêşengiya jinan tê rêvebirin, rastî eleqeyek mezin ji aliyê gel ve tê. Derbarê xebatên Şaredariya bajarê Hesekê de Rêvebera Şaredariyê Mehabad Seîdo agahî da û diyar kir ku, ew civaka xweseriya demokratîk li ser rêgezên ku bi çanda jin avabûye xebatên xwe rêve dibin û got, ev yek gel memnûn dike.

'Jin pêşengiya hemû xebatên şaredariyê dike'

Mehabat diyar kir ku bi şoreşa Rojava jin kevneşopiyên civakê a ku bi destê zîhniyeta mêr hatî avakirin şikandiye û wiha domkir: "Jin di encama berxwdanê de li her qadê jiyanê cihê xwe digre û pêşengiya xebat û rêveberiyê dike. Nêzî 40 jin li şaredariyê dixebite û rêveberiya beşê çand, dîwan, arşîv, raghandin, parastin, tenduristî û aboriyê dike. Cihê xwe di hevseroktiyê de digre. Êdî jin li şaredariyê bi vîna xwe bawerin û gel jî vê rastiyê dibîne. Înşakirina xweseriya demokratîk li Rojava bi pêşengiya jin pêk tê. Ji ber vê yekê dibe çavkaniya moralê tevahî jin û civakê."

'Bi pêşengiya jin xebatê şaredariyê tê rêvebirin'

Rêvebira xebata çandê a şaredariyê Evîn Dewid behsa projeyên xebatê kir û wiha got: "Bi pêşengiya jin xebatê şaredarî tê rêvebirin. Gelek plansazî me danîn pêşiyên xwe me bidawî kir, mînak tamîr kirina rê û cihên dîrokî, mal û hwd. me pêk anî. Gelek cih ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xirab bibûn em tamîr dikin. Ji bo ku em xebatê bajêr bi rêxistinî bikin plansaziyê me hene. Di her warî de li gorî derfetên şaredariyê em piştgirî didin gel."

Şaha Osman jî got: "Ji bo ku rêxistin û xebatê xwe bi gel bidin fêmkirin, civîn ji gel re çêdikin. Eger kêmahiyek hebe bi riyê nîqaşan em çareser dikin. Em bi kêfxweşî xebatê xwe pêk tînin."

(rc)