'Em şopdarê zarokên xwe ne'
09:32
JINHA
COLEMÊRG - Dayîka Aştî a Colemêrgê Sidika Kaya bertek nîşanî êrîşên ser şehîdgeha gerîlayan da û got: "Hikûmeta AKP'ê çi dike bila bike em ê dev ji têkoşîna xwe bernadin. Heya ku ev bê mafî hebe berxwedana me jî dê bidome."
Dayîka Aştiyê Sidika Kaya bertek nîşanî êrîşên ser şehîdge û konsepta şer a hikûmeta AKP'ê da û diyar kir ku divê bombebarana şehîdgeh, goristan û camî bên rawestandin. Sidika Kaya wiha got: "Em dayîkin. Goristanên zarokên me bi aweyek hovane tê bombebaran kirin. Tehmûla AKP'ê li hember miriyên me jî nemaye. Tola 7'ê Hezîranê bi êrîş, komkujî, bombebaran kirinê distîne. Bi çi wîjdanê goristanên zarokên me bombebaran dike."
'Bersiva van êrîşan di 1'ê Mijdarê de em ê bidin'
Sidika destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê wê bersiva jin û dayîkan di 1'ê Mijdarê de bigre û wiha got: "Li dijî êrîşên ser nirxên me di 1'ê Mijdarê de wek jin û dayîk em ê bersivê serokwezîr bidin. Bersiva van êrîşan di 1'ê Mijdarê de em ê bidin. Bila hikûmet baş bizane em dev ji têkoşînê bernadin. Heya niha tu dewlet wiha êrîşê goristanan nekiriye, dervî dewleta Tirk. Hikûmet bila baş zanibe em şopdarê zarokên xwe ne. Bi tevahî hêzê xwe em ê pêşengiya berxwedanî û têkoşînê bikin. Ev çi wîjdan û kezebe ku bi aweyek hov êrîşê goristanan dikin."
'Kezeba me dişewite'
Sidika wiha bang li tevahî dayîkan kir: "Divê hemû dayîkên aştîxwaz û gelê berxwedêr li hember êrîşên ser şehîdgehan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Bila siyasetmedar bê rûmetî li ser goristanên zarokê me nekin û polîtîkayê xwe nedin meşandin. Kezeba me dişewite her roj goristanên zarokên me tên bombebaran kirin. Li hember vê neheqiyê heya mirinê em ê têbikoşin û li berxwe bidin."
(zyd/rc)