Jinên bajarê Dirbêsiyê Bêrîtan bi bîranîn
09:33
JINHA
DIRBASIYÊ - Bi armanca salvegera şehadeta gerîla Bêrîtan jinên bajarê Dirbêsiyê nirxandin kirin û diyar kirin ku, berxwedana Bêrîtan ji bo tevahî jinên cîhanê bi wate ye.
Bi armanca salvegera şehadeta gerîla Bêrîtan (Gulnaz Karataş) jinên bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê, nêrînên xwe anîn ziman. Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Merdiya Ehmed axivî û diyar kir ku Bêrîtan rengê jin derxistiye holê û wiha domkir: "Ji ber heval Bêrîtan li dijî teslîmkarî derket bu sembola berxwedanê." Endama Yekîtiya Star Nûr Mihemed jî wiha got: "Bingeha berxwedana Rojava ji sekna heval Bêrîtan digre."
Endama Yekîtiya Star Bedîa jî diyar kir ku wek jinên Dirbêsiyê ew ê riyê Bêrîtan bişopînin û wiha pêde çû: "Heval Bêrîtan ji bo me sembola jina azade. Em sekin û berxwedana wê esas digrin û bi vî rihê li Rojava xebatên xwe pêk tînin. Berxwedana Bêrîtan ji bo tevahî jinên cîhanê bû mînak."
(şe/rc)