Navê baweriya heskirinê û girêdana azadiyê ye Bêrîtan (4) DOSYA

09:38

Rihê berxwedanê a Bêrîtan li Rojava zindî dibe

Jinda Azad - Sorgul Şexo/ JINHA

TIL TEMIR- Şervanên YPJ gotin: "Şehîd Bêrîtan riya azadiyê ji me re vekir. Li hember xeta teslîmiyetê, bi çalakiya xwe vîna jina berxwedêr derxist holê. Ji bo azadiya gelê xwe em ê herdem şopdarê doza Ş. Bêrîtan bin."

Jina Kurd Bêrîtan di 25'ê Cotmeha 1992'an de, li hemberî êrîşên PDK'ê ya li ser herêma Xakûrkê, bi sekn û rihê jina azad, heya guleyê xwe a dawî li hember pêşmergeyan li berxweda û ji bo ku nekeve destê pêşmergeyan xwe ji latê avêt. Bêrîtan li hember xeta teslîmiyetê çalakiyek bi vî aweyî pêk anî. Ji ber vê Bêrîtan bu pêşeng û sembola jina azad. Şervanên YPJ'ê ên ku Bêrîtan ji bo xwe weke sembola azadiyê dibîne bi armanca rasthatina salvegerê şehadeta Bêrîtan nirxandin kirin.

'Bêrîtan li hemberî zîhniyeta desthilatdar jî xwedî sekenek azad bû'

Şervana YPJ'ê Dîlan kobanê weha axivî :"Şehîd Bêrîtan beriya ku çalakî pêk bîne, di jiyana xwe de jî çalakvan bû. Li hember zîhniyeta kevneşop têkoşîn dida. Bêrîtan li hember zîhniyeta desthilatdar û teslîmkar xwedî seknek azad bû. Ji ber vê heval Bêrîtan hem bi jiyan û hem jî bi çalakiya xwe ji bo me mînake. Eger îro di şoreşa Rojava de em wek jin pêşengiya parastin û rêxistina jin dikin, bingeha xwe ji rêgezên ku şehît Bêrîtan û bi hezaran jinên leheng diyar kirine pêk hat. Em şopdarê şehît Bêrîtan in."

'Bi vîn û berxwedaniya şehît Bêrîtan em ê têkoşîna jina Kurd bidomînin'

Dîlan da zanîn ku her çiqas hewl bidin ku jiyana Bêrîtan vebêjin jî ew ê kêm bimîne û wiha domkir: " Lewma em weke şervanên YPJ soza şopandina riya Şehît Bêrîtan didin. Em soz parastina gel ji tevahî êrîşên hovane didin. Bi vîn û berxwedaniya şehît Bêrîtan em ê têkoşîna jina Kurd bidomînin. Bi rihê berxwedaniya şehît Bêrîtan em ê azadiya tevahî jinan bi dest bixin."

'Li Rojava zîhniyeta desthilatdariyê têk diçe'

Şervana YPJ'ê Axîn Adar jî qala berxwedaniya Bêrîtan kir û wiha got: "Ş. Bêrîtan ji bo tevahî jinên Kurd mînaka berxwedaniyê ye. Serkeftina şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jin pêk tê bi sayê nirxên jinên şoreşger ên wek şehît Bêrîtan e. Jinên ku beşdarî YPJ'ê dibin, rêgeza azadiyê ên ku bi fedekariya têkoşerên jin pêk hatî esas digirin. Li Rojava zîhniyeta desthilatdaran têk çû. Berxwedanî û têkoşîn li hember dagirkerî Bêrîtan da despêkirin û jinên Rojava vê têkoşînê didomîne."

'Bêrîtan li hemberî bê çaretiyê çalakî kir'

Axîn balkişand ser asta pêşketina jin di kurdistanê de û wiha dom kir: " Êdî em nema dikarin jin weke berê binirxînin û em nikarin bêjin ku jin li hember desthilatdariyê serê xwe ditewîne. Ji ber ew xelekên koletiyê şikandin. Lewma em êdî dikarin qala artêşbûna jin bikin û gavên ku têne avêtin binirxînin. Ji ber azadî jî weke Bêrîtan dema ku tu hîs bike û bawer bike tê jiyan kirin. Bêrîtan li hemberî bê çaretiyê çalakî kir û riya azadiyê ji hemû jinan re vekir."

'Berxwedana Kobanê bi rihê Bêrîtan bi serket'

Faraşîn Çirav a ku di çeperên berxwedana Kobanê de cih girtiye jî wiha got: "Têkoşîn û berxwedana şehîd Bêrîtan lêgerîna heqîqetê di kesayeta min de avakir. Berxwedaniya Kobane bi rihê Bêrîtan bi serket. Ji ber vê jinên leheng bi qeheremaniyek mezin li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerkirin û dorpêça koletiyê ya şikandin. Di kesayeta şehîd Arîn Mîrxan de rihê şehît Bêrîtan nû de vejîn bû. Arîn Mîrxan bi çalakiya xwe şopdariya berxwedana Bêrîtan îfade kir û li hember xelekên koletiyê û êrîşê desthilatdaran bi çalakiya xwe vala derxist. Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe nasnameya jinên azad diyar kir û bi hezaran jin îro ji bo nasnameya jina azad têkoşîn didin û li berxwe didin."

(zk/rc)