Fermandara YPJ-Şengal:Armanca me rizgarkirina Şengalê ye
09:59
Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - YPJ-Şengal di berxwedana sala duyem de a li hember çeteyên DAIŞ'ê amedekariya 'Hemleya Rizgarkirina Şengalê' dike. Fermandara YPJ-Şengal Raperîn Engîzek destnîşan kir ku armanca wan rizgarkirina Şengale û di serî de bang li ciwanên Êzidî û tevahî ciwanan kir ku tevlî berxwedanê bibin.
Piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê a li ser Şengalê, jinên Êzidî bi armanca parastin û azadkirina ax Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ- Şengal) hatin avakirin. Niha jî YPJ-Şengal dest bi amedekariya hemleya rizgarkirina Şengalê dike. Fermandara YPJ-Şengal Raperîn Engîzek diyar kir ku hem rizgarkirina Şengal û hem jî derbaskirina polîtîkayên bişavtinê a li ser herêmê bi azadiya jinan pêk were û anî ziman ku kilîta Rojhilata Navîn Şengale û kilîta esasî a Şengalê jî jin e.
'Bi qirkirina çandî xwestin Êzidîbûnê ji holê rakin'
Raperîn da zanîn ku hesabên ser Şengalê gelek cûda bû û wiha got: "Li ser Şengalê her rêjîm û rêveber li gorî rê û rêbazên cûda ên polîtîkayên bişavtinê ser gel dane meşandin. Rêjîma Saddam wek tê zanîn bi tundî û zilmê pergala Baas li ser gel daye meşandin. Bi vê polîtîkayê re bişavtin, tirs û bê îradebûyîn di gel de daye avakirin. Ne birçî ne jî têr dihêle bi vê siyasetê re gel muhtacê xwe kiriye. Her wiha bi riyê dibistanên Ereb polîtîkayên bişavtinê xistiye dewrê. Ji bo ku berxwedaniya gelê Êzidî bişkîne, hewldaye gel ji çiyê dûr bixe û li gundan kom bike. Bi van rêbazan xwestiye çanda Êzidî xilas bike û li şûna qirkirina fîzîkî bi qirkirina çandî armanc kiriye Êzidiyan ji holê rakin."
'Bi rêbazên ji hev cûda gel bê refleks hêştiye'
Raperîn destnîşan kir ku di sala 2003'an de piştî ku rejîma Saddam hilweşiya, Hikûmeta Herêmî a ku hat avakirin polîtîkayek wê a teybet li ser Şengalê hebû û wiha domkir: "Di serî de bi riyê maaşê pêşmerge û pere gel bi xwe ve dayîna girêdan bû. Gel ji ked, afrandin û nirxan dûr dixe. Her wiha bi heman rêbazê rejîma Baasê nêzî gel bû. Bi rêbazên ji hev cûda gel bê refleks hêştiye."
'YBŞ û YPJ-Şengal li ser vê axê şoreşê pêk tîne'
Raperîn anî ziman ku di gel de seknek ji xwe bê bawer hatî avakirin û wiha pêde çû: "Seknek her dem li bendê mayîn, hêz di xwede nedîtin hatî avakirin. Li hember van polîtîka û seknan YBŞ û YPJ-Şengal hat avakirin. Bi qasî li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşîn ewqas jî li dijî van polîtîkayan têkoşîn erkê me ye. Hebûna Êzidiyan bi vala derxistina van polîtîkayan ew ê bikeve ewlehiyê. Eger DAIŞ di warê fîzîk de qetil dike ev polîtîka di warê rih û manevî de tunebûnê pêk tîne. Li dijî van êrîşan hemû me jî xwe bi rêxistin kir û em xwe pêşdixin. Şervanan gelek hêz didin me, malbatên ku bi destê zarokên xwe digrin û tînin vir jî heye. Her wiha malbatên ku di warê madî û manevî de piştgirî didin me jî heye. Em bi baweriya van mirovan li ser piyane. Ji ber di wê baweriyê de ne ku evîna azadiya vî gelî bi sayê parastina ciwanên wan wê pêk were.YBŞ û YPJ-Şengal li ser ve axê şoreşê pêk tîne."
'Armanca me a herî mezin rizgarkirina Şengalê ye'
Raperîn diyar kir ku armanca wan a herî mezin rizgarkirina Şengalê ye û wiha berdewam kir: "Armanca me a mezin rizgarkirina Şengalê ye, lê belê ligel vê yekê perwerdeyên bi hêzkirina zanistiyê û pêşengiyê jî em dibînin. Wek YPJ-Şengal niha em li qadên Şîlo, Dahula, Dîgora, Serdeşt û navenda Şengalê di hemû çeperan de cih digrin. Her wiha di kontrola riyan û herêmên asayîşê de jî rolek aktîf em dileyzin. Em di heman demê de perwerdeyên pisporbûna taxtîka leşkerî dibînin û xwe pêş dixin."
'Operasyona Şîlo me bi serê xwe da despêkirin'
Raperîn got: "Her kesê ku armanc dike ku çeteyên DAIŞ'ê ji ser vê axê paqij bike divê tevlî operasyona rizgarkirinê bibe. Lê daxwazê hikûmeta herêmî a bi vî aweyî nîne. Çend caran me daxwaz kir ku tevlî têkoşînê bibin lê belê xwe nêzî vê mijarê nekirin. Ji ber ku naxwazin Êzidî li herêmê bibin xwedî vîn û bi hêz bibin. Kes piştgirî nede me jî hêz û vîna me a parastina axê heye. Êdî kes nikare Şengal bêy YBŞ û YPJ- Şengal bibîne."
'Azadiya Şengal bi hêzbûna YPJ-Şengal ve girêdaye'
Raperîn anî ziman ku rizgarkirina Şengalê bi hêzkirina YPJ-Şengal re wê pêk were û wiha pêde çû: "Çawan ku kilîta Rojhilata Navîn Şengale û kilîta esasî a Şengalê jî azadiya jin e. Ji ber vê divê hêzê YPJ-Şengal bê mezin kirin. Li Rojhilata Navîn bê artêş ango parastin mayîn tê wateya di sofrê gurande buyîne berxike. Gelek bê parastin ji hemû êrîşan re vekiriye û bi tunebûnê re rû bi rû mane. Ji bo rizgariya Şengalê em xurt kirina YBŞ û YPJ-Şengal esas digrin. Di vê çerçoveyê de ji bo azadkirina axê Şengalê em di serî de bang li ciwanên Êzidî dikin û herkesî ku piştgirî didin me. Her wiha kesên ku duayan dikin ji bo serkeftina me em silav dikin."
(rc)