Reyhan Cebarî li ser gora xwe tê bîranîn

11:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Reyhane Cebarî di yekemîn salvegera darvekirina xwe de wê li ser gora xwe were bîranîn.

Salek li ser darvekirina jina ciwan Reyhane Cebarî ve derbas dibe. Reyhane îro ango 25’ê Cotemehê li ser gora xwe ya li Tehranê tê bibîranîn. Însiyatîfa bîranîna Reyhane Cebarî ragihand ku di salvegera darvekirina Reyane Cebarî de bi merasimekê bibîr tîne. Însiyatîfê diyar kir ku wê merasim îro seat 14’an li goristana ‘Bihuşta Zehra’ ya li Tehranê were lidarxistin.

Ji bo ku beşdarî merasima bîranînê bibin Însiyatîfê bang li hemû jinan, çalakvanên siyasî û medenî û xelkê Tehranê kirin ku beşdarî merasimê îro ya Reyhane Cebarî bibin. Însiyatîf wiha dibêje: “Bi beşdarbûna xwe hûn jî bibin melhemek li ser birîna malbata Rehane Cebarî.”

Reyhan Cebarî kiye?

Reyhane Cebarî di sala 1987’an de li bajarê Tehranê hatiye dinê. Xwendevanê beşa Kompyuterê bû. Jina ciwan a ku di 19 saliyê de bi behaneya ku kesê bi navê Morteza Ebdulelî Serbendî yê 47 salî kuştiye hat girtin û dadgeh kirin. Di dadgehê de Reyhane li gel ku diyar kir ku tenê xwestiye xwe li hember tecawiza wî kesî biparêze. Lê belê bi behaneya ku bi zanebûn kuştiy, rastî cezayê darvekirinê hat.

Li gel nerazîbûnên rêxistinên jinan û mafê mirovan ên navnetewî û yên li Îranê Reyhane di 25'ê cotmehê de 2014’an de hat darvekirin. Reyhane li girtîgeha Recayî Şehir a bajarokê Kerecê yê ser bi Tehranê bê xebera malbatê hat darvekirin. Reyhane di 27 saliya xwe de hat darvekirin û nameyek li pey xwe hişt. Di roja merasima veşartinê de hêzên ewlekariyê tedbîrên li dora cenazeyê wê girtin û destûr nedan kes ku cenazeyê wê bibîne.

Reyhane Cebarî di nameya xwe de wesiyet kiribû ku organên bedena wê bidin nexweşan. Lê belê ev wesiyeta wê jî ji nedîtî ve hat.

(rc)