'Ji Nepalê silavek ji bo şervanên jin ên Kobanê'
11:58
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Tevgera Jinên Şoreşger ên Nepalê (ANWA-Revolutionary) Arîta Thapa ji jinên Kobanê re nameyek şand û diyar kir ku ew gelekî di bin bandora têkoşîna jinên Kurd de mane û wan cesaret ji têkoşîna jinên Kurd girtiye. Arîta destnîşan kir ku ew hêvî dikin di 2, Konferansa Jinan a Cîhanê ku dê li Nepalê bê lidarxistin de, dîsa bi jinên Kurd re bên ba hev.
Nameya Arîta Thapa ya bi sernavê ” Ji Nepalê silavek ji bo şervanên jin ên Kobanê” wiha ye:
Navê min Arîta Thapa. Min di Hêzên Rizgariya Gel a çekdarî ya li Nepalê de di asta rêveberiyê de cîh girt. Di pêvajoya aştiyê de wekî paralmenter hatim hilbijartin û di meclîsa damezirîner de min cîh girt. Niha jî wekî Seroka Tevgera Jinên Şoreşger ên Nepalê (ANWA-Revolutionary) erka xwe bicîh tînim.
Qasî ku di zanim û qasî ku min ji tevgera we fêr bûye, têkoşîna rizgariya netewî ku ev demeke dirêj e li Kurdistanê tê meşandin, geşedanên girîng derxistin holê. Di amadekariya Konferansa Jinan a Cîhanê de fersenda me çêbû ku em bi hevalên jin ên ji Tevgera Azadiya Kurd hevûdin nas bikin. Rêhevalên we bi awayekî berfireh ji me re vegotin ka têkoşîna we pêşketinek çawa nîşan daye. Birêvebirina vê têkoşînê ya bi rengê milîtanî û rola ku jinan di nava wê de lîstiye gelekî bandor li ser me çêkir.
Piştî panela ku rêhevalên we derbarê Tevgera Jinên Kurd de li vê derê dabû, me jî rêveberên partiya xwe û nûnerên rêxistinên jinan anîn ba hev û tiştên ku me fêr bûne ragihandin. Em di zanin ku jinên li Kurdistanê destkeftiyên gelekî mezin bidest xistine, di nava tevgerê de ji bo wekheviyê têdikoşin û gihîştine pozîsyonên gelekî girînge. Em fêr bûn ku ji bilî têkoşîna ji bo rizgariya netewî tê dayîn, tevgereke bihêz a azadiya jinê jî pêş ketiye. Ji bo kadroyên pêşeng ên partiya me yên xwedî tecrube mijara herî balkêş jî ev bû. Nexasim ev xal di sîstema serwer a zilam ya li Nepalê de jî girîngiyek mezin dibîne. Derbarê vê mijarê de asta hişmendiyê ku we wekî tevger bi me re parve kirin, cesaret daye hevalên me yên jin û di astek girîng de ew motîve kirin.
Di tevahiya têkoşîna azadiyê de qaîdeyên hişt hene û bi taybetî ji bo tevgerên çekdarî disîplînek baş dixwaze. Ev yek ji bo zilaman nabe peywîrek hêsan, lê barê li ser milê jinan hîn girantir e.
Lê tevî hemû zehmetiyên ev xebat dihewîne jî, me dît ka jin çawa pêş dikevin, asta hişmendiya wan mezin dibe û asta birêxistinkirina wan çawa berfireh dibe. Pêwîste em van astên ku ji bo pêşerojê nirxeke mezin çêdikin, hîn zêdetir mezin bikin. Em pir rûmetdar in ku ji bo yên ku mafên wan hatine înkarkirin û bi pêkutiyan re rû bi rû hatine hiştin têdikoşin û di vê zemînê de têkoşîna hevpar dimeşînin.
Têkoşîna me derseke gelekî girîng daye me: Piştî têkoşîna çekdarî ku me rolek girîng tê de lîstiye, me dît ku di avakirina netewa demokratîk a Nepalê de jî rol û peywîrên girîng dikevin ser milê me. Serkeftina têkoşîna çekdarî tu carî nabe serkeftina dawî. Serkeftina esasî ancax dema pêkûtî û mêtingerî ji holê hate rakirin, wê bê bidestxistin. Dibe ku serkeftina me dîsa ji destê me bê stendin. Dibe ku dijminên me dîsa werin ser desthilatdariyê û mafên me dîsa ji destê me bigirin. Ji ber vê yekê divê em wekî tevger xebata xwe bidomînin. Ji ber vê sedemê pêwîste milîtanên şoreşger ên rêxistinan hem ji bo bidestxistina serkeftinê, lê hem jî ji bo parastinê serkeftinê têbikoşin.
Ez ji kûrahiya dilê xwe hêvî dikim û dixwazim ku tevgera kurd di vê têkoşînê de biser bikeve.
Rêzdariyên xwe tînim ziman û dixwazim hêviyên xwe yên herî ji dil, ji jinên Kurd re bişînim. Hêvî dikim ku em di 2. Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku dê li welatê me Nepalê bê lidarxistin de, dîsa bên ba hev. Ji niha de em bêsebir li bendê ne ku em we li vir pêşwazî bikin û derbarê tevgera wa de hîn zêdetir tiştan fêr bibin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû jinên cîhanê yên ku dê tevlî konferansê bibin, wê bi tevgera wa ya şoreşger re piştevaniya beramberî hev pêş bixin.
(rc)