Gulnaz Karataş li Çiya yê Şengalê hat bîranîn
13:27
JINHA
ŞENGAL - Ji fermandara jin Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di 23. salvegera şahadeta xwe de ji aliyê hêzên YJA Star û YPJ Şengal ên li Çiyayê Şengalê ve bi merasîmek leşkerî hat bîranîn.
Di 25'ê Cotmeha 1992'an de, li hemberî êrîşên PDK'ê ya li ser herêma Xakûrkê, bi sekn û rihê jina azad Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) heya guleyê xwe a dawî li hember êrîşê li berxweda û ji bo ku nekeve destê dijmin xwe ji latê avêt. Ji ber vê Bêrîtan bu pêşeng û sembola jina azad. Gerilayê PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) li Çiyayê Şengalê ji aliyê hêzên YJA Star û YPJ Şengal ve bi merasîmek leşkerî hat bîranîn.
Fermandarê YPJ- Şengalê Hedar Reşîd ku tevlî merasîmê bû û wiha got: "Di 23. salvegera şahadeta Heval Bêrîtan li pey xwe dihêlin. Bi vê bûneyê em wê bibîr tînin, li hemberî bîrdarî û têkoşîna wê bi rêzdarî xwe ditewînin. Îro ji Kobanê heya Şengalê, ji Riha heya Cizîrê keçên ciwan ên Kurdan li ser şopa Heval Bêrîtan dimeşin. Heval Bêrîtan li hemberî xeta îxanetê serî rakir, ji xeta îxanetê re got na. Îro jinên li Şengalê jî ji îxanetê re dibêjin na û serî radikin, ev mîrasa Heval Bêrîtan e. Li ser vê bingehê hem hêzên YPJ-Şengal, hem jî gerîlayên YJA Star li Şengalê gavên mezin diavêjin. Li ser vî esasî rizgarkirina Şengalê li pêşiya me wek erkekê disekine. Em jî bi hemû fedakariya xwe ji vê re amade ne û em ê Şengalê azad bikin. Heya dawiyê weke hêzên parastina Şengalê, wek hêza YPJ-Şengal em ê li ser xeta Bêrîtanan heya dawiyê têkoşîn bimeşînin. Li ser vê bingehê ez ji hemû hevalan re serkeftin dixwazim."
Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
(ha/rc)