Jinên Rojava Bêrîtan bi bîranîn
17:48
JINHA
QAMIŞLO - Rêxistina Yekîtiya Star bi armanca salvegera şehedeta gerîlayê PKK'ê Bêrîtan bi tevlîbûna gelek rêxistinên jin li Navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo hat bi bîranî.
Bi buyena 23. salvegera şehedeta gerîlayê PKK'ê (Gulnaz Karataş) Bêrîtan rêxistina Yekîtiya Star semînerek li Navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo li derxist. Bi beşdarbûna saziya civaka sivîl û ciwan, jinên komîna, endamên Yekîtiya Star û asayîşên jin semîner pêk hat. Piştî rêzgirtinê Rêvebera Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo Henîfe Mihemed derbarê girîngiya berxwedana Bêrîtan de axivî. Henîfe wiha got: "Şehîd Bêrîtan bo sembola jina azad. Bi berxwedanî û sekna xwe nîşan kir ku jina Kurd dikare her tiştî bike. Divê em jî bi kedên mezin têkoşîna heval bêrîtan heya dewî pêkbînin."
Bîranîn bi belavkirina şîrînahiyê û diruşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana Bêrîtan' bi dawî bû.
(re/rc)