Bêrîtan li Hesekê hat bîranîn
18:40
JINHA
HESEKÊ - Rêxistina Yekîtiya Star û şaredariya bajarê Hesekê, merasîm bîranîna gerîlayê PKK'ê Bêrîtan li dar xistin. Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Huner a Xabûrê a bajarê Hesekê pêk hat.
Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star û Rêveberiya Şaredariya Bajarê Hesekê merasîma bîranîna gerîlayê PKK'ê (Gulnaz Karataş) Bêrîtan li Navenda Çand û Huner a Xabûrê ya bajarê Hesekê hat li darxistin.
Navend bi posterên Şehît Bêrîtan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê kesk, sor û zer hatibû xemlandin. Merasîm bi beşdarbûna Asayîş jin, hêzên YPJ'ê, xebatkarên saziya civakên sivîl, rêveberên Rêxistina Yekîtiya Star û TEV-DEM'ê pêk hat.
Piştî ku li ser girîngiya berxwedana Bêrîtan hat axaftin merasîm bi dawî hat.
(gb-ee/rc)