Leyla Emet: Pêşengiya parastinê û înşakirinê jin e
09:13
Zêrîn Kurtay-Rabîa Eto/JINHA
KOBANÊ - Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bi berxwedaniya YPJ/YPG'ê ve ji kantonê hatin paqij kirin, Rêxistina Yekîtiya Star ji nû de dest bi xebatê xwe kir. Derbarê mijarê de Rêveberiya Yekîtiya Star Leyla Ehmet diyar kir ku ew ji nûde xebatên xwe înşa dikin û wiha got: "Tu êrîş xebatê me bi sînor nake, di nava kêm derfetiyê xwe de em bi aweyek aktîf xebatê xwe rêvedibin."
Piştî berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê û rizgar kirina Kantona Kobanê ku ji tevahî cîhanê re buye çavkaniya berxwedanê, xebatê înşakirinê bê navber didome. Rêxistina Yekîtiya Star li Kantona Kobanê pêşengiya xebatên înşakirina civaka nû dike. Derbarê mijarê de Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê Leyla Ehmet nirxandin kir. Leyla diyar kir ku piştî êrîşên ser Kantona Kobanê gelek koçberî çêbûn û niha bi hezaran welatî cardin vedigerin û wiha got: "Piştî ku Kanton ji çeteyên hov hat paqij kirin vegera Kantonê zêde bûne û em xebatên înşakirin û rêxistinê berfireh dikin."
'Koçberî ji bo xebatê me astengî çênekir'
Leyla destnîşan kir ku piştî koçberiyê gelek zehmetî kêşandine û wiha got: "Ji ber gelek koçberî pêk hat zehmetî me jiyan kir. Wek Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê her çiqas zehmetî pêk hatibe jî me xebatê xwe neda rawestandin. Piştî ku herêm bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqij kirin, xebatê me aktîftir bû û êdî bi hezaran jin berê xwe didin herêmê. Tu êrîş xebatê me bi sînor nake, di nava kêm derfetiyê xwe de em bi aweyek aktîf xebatê xwe rêvedibin."
'Pêdivî bi hilbijartina rêveberî hebû'
Leyla diyar kir ku piştî vegera gel pêwîstî bi hilbijartinek hebû û ew hilbijartin di nava jin de pêk anîne û wiha domkir: "Rêxistina Yekîtiya Star li Kobanê hilbijartin pêk anîn û di encamê de 3'ê rêveber hatin hilbijartin. Niha jî me plansaziya xebatên perwerdê ên xweser li Kobanê daye despêkirin. Ji ber ku xebatên me ên herî girîng perwerde ye. Ji bo civak rêxistin kirin şerte. Li 18'e taxan me meclîsên xwe avakirin û ev xebatê me didome. Her wiha xebatê avakirina komînan û di nava komînan de beşên ewlehî, aborî, tenduristî, perwerde û rêveberên meclîsê em avadikin.
'Pêşengiya parastinê û înşakirinê jine'
Leyla di dawiyê de anî ziman ku ew xebatên înşayê civaka xweseriya demokratîk bi pêşengiya jinên Rojava pêk tê û wiha got: "Pêşengiya parastinê û înşakirina civaka xweser a demokratîk li Kobanê jin pêk tîne. Li dijî êrîşan bi rihê şehît Arîn Mîrxan, li Kobanê jin heya dawî li berxwe bide û pêşengiya xebatên înşayê civaka nû bike."
(rc)