Bertekên li hember "Torosên Spî" zêde dibin
09:20
JINHA
WAN - Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Heyva û Seroka CHP'ê ya Wanê Îlkay Gokdere gefên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu yên "Torosên Spî" nirxandin û destnîşan kirin ku gefên ku tên kirin ne bi gorî ehlaqê siyasî û civakî ye.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Dawudoglu di 20'ê cotmehê de ji bo mîtinga AKP'ê ya bi boneya xebatên hilbijartina ku dê di 1'ê mîjdarê de pêk bê mîtin li dar xist. Ahmet Dawudoglu di mîtingê de bi gotina"Eger ku divê hilbijartinê AKP bi ser nekeve dê Torosên spî bikevin faliyetê" ket rojevê. Gotinê Ahmet Dawudoglu ya ku wek gef hat dîtin rastî bertekan hat. Li ser vê yekê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva û Seroka CHP'ê ya Wanê Îlkay Gokdere jî gotina Torosên Spî nirxandin. Îlkay diyar kir ku ev gotin li ser gel gef e û ne dijî ehlekiya siyasî û civakî ye.
'Divê Ahmet Dawudoglu wek serokwezîre welatek tev bigere'
Îlkay Gokderen anî ziman ku Serokwezîrê Tirkiriyê Ahmet Dawûdoglu divê ne wek aligirê partiyek divê wek Serokê dewletekî tevbigere û wiha got: "Em tev bi gotina serokwîr matmayî men. Raste rast gef li mirovan dixwe. Li Tirkiyê tenê partiyek najî du partî hene. Bi sedan rêxistin û partiyên siyasî hene û ji bo mafê xwe yên rewa di meclîsê de bînin ziman û çareser bikin. Wateya meclîsê ev e. Lê mixabin ku deshîlatdariya AKP'ê rê li vê yekê asteng dike. Tu mafê demokrasiyê ji parsiyên siyasî re nahêle. Bi hişmendiya xwe ya deshîlatdarî dixweze hemû partiyên siyasî ji holê rake û bi serê xwe Tirkiyê bi rêve bibe. Ev nayê qebûl kirin û ji ber ku di maqazagona Tirkiyê de ev tune."
'Bi hezaran welatî bi Torosên Spî hatin revandin'
Îlkay got ku em bawer dikin ku Serokwezîr û Serokomarê Tirkiyê, welat ber bi qaosê ve nabe û wiha berdewam kir: "Di salên 90'î de Torosên Spî di dewrê de bûn. Bi hezan kes bi Torosan hatin revandin û qetîlkirin. Niha jî serokwîz bivê yekê gef li ser welatiyan dixwe. Em dîtirsin ku eger di hilbijartina 1'ê mijdarê de AKP bi ser bikev welatê me cardin vegere salên berê û kes bimîrin. Em wek CHP'ê tu carî destûr nadin vê yekê û serokwezîr ji ber vê yekê rexne dikin."
'Torosên spî kabûsa dilê mirovan bû'
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Heyva jî Torosa Spî wiha nirxand: "Torosên Spî di salên 90'î de di dewrê de bûn. Wê demê wek kabûsek di dilê mirovan de bû. Bi hezan dayîkan bi weled hişt û hêj dayîk aqubetên zarokên xwe digerin. Dibin hişê hemû welatiyan wê demê de dijiyan de Torosên Spî heye û neyê ji bîr kirin. Dema ku paketa ewlehiyê hat qebûkirin em jî vê yekê ditirsiyan ku dê wekî salên 90'î Torosên Spî û komkujî pêk bên. Lewra em bi her awayî li hember paketa ewlehiyê bûn. Niha jî serokwezîr derketiyê gel bi vê yekê ditîrsine."
Derya desnîşan kir ku ji bo Torosên Spî nekevin dewrê dê hilbijartina 1'ê Mîjdarê de AKP'ê têk bibin û rê li vegera salên 90'î bigirin.
(ho/rc)