TEV-ÇAND a Botanê bi konserek xweseriya demokratîk silav kir

09:23

JINHA

ŞIRNEX - TEV-ÇAND a Cizîrê bi armanca ku xweseriya demokratîk silav bike û inşaya çandî pêk bîne li sê taxan xebatên atolyeyan da despê kirin û konserek mezin li dar xist. Hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk Asya Yuksel di konserê de axivî û diyar kir ku dorpêçe 10 rojan ne teslimyetê rihê komînal dexistiye holê.

Li Cizîrê Xweseriya Demokratik hat silav kirin. Li Cizîrê piştî avakirina xweseriya demokratîk di hemû qadan de komîn tên avakirin. TEV-ÇAND a Cizîrê jî di vê çarçoveyê de lez da avakirina komînan û bi vê armancê atolyê resman, tiyatro û ritîmê û konserek mezin li darxistin. Li Dika Konserê “Avakirina xweseriya Demokratik Azadkirina Rêber Apo ye”hat daliqandin û li derdora xada konserê “Ji Bêrîtan heya Xoşrewanî ji teslimyeta jinê re na” “Bi rêbertiya xweser ber bi jiyana azad ve” hat dalaqandin. Hevserokên Meclisa Gel a Demokratik Asya Yûksel, Mehmet Tunç, Aktivistên KJA’yê, İnsayatîfa Hûnermend a Demokratik, Hevserok û rêvebirê HDP’ê û DBP’ê û gelek saziyên sivîl tevlî konsera li taxa Cudî bûn. Konsera ku ewlehiya wê ji alî ciwanên taxê ve dihat girtin bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclisa Demokratik a gel Mehmet Tunç derket ser dikê û axivî.

Mehmet diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd a çıl salî gihiştiye merheleyek nû ev tişt anî ziman:” Gelê Kurd kefenê ku jê re hatiye çêkirin êdî çirandiye. İro Cizîra dilê Kurdistanê ye ji wê bona vê yekê bilindkirina berxwedanê erkê meye."

‘Dorpêç rihê komînal derxis holê’

Piştî Mehmet Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratik Asya Yûksel axivî û bi rêhê xweseriya demokrtik û rêveberiya demokratik, bi rihê parastina cewherî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kir û ev tişt anî ziman ku ev xweseriya demokratîk wê bibe sedama aşitî û azadiyê. Asya desnîşan kir ku wê gelê Kurd di 1’ê Mijdarê de qesrê hilweşîne û wiha dewam kir:”Di rihê Kurdistanê de êrîşî gelê Cizîrê kirin, bi hemû tank û topên xwe bi hemû derfetê xwe bi ser me de hatin. Lê me bi îradeyê xwe wan têk bir. Ew siwar hatin hima me wan pêya rê kir.” Asya anî ziman ku dorpêça 10 rojan ne teslimyetê rihê komînal derxistiye holê û wiha dawî li gotinê xwe anî:”Me deh rojan hemû tiştên xwe bi hev re parvekir lê me hin hevalê xwe jî wenda kir, em soz didin ku heya dawiya xwina xwe em ê li pey çopa wan bin. Serkeftin ji gelê Kurd re azadî ji Rêber Apo re em dixwazin."

Piştî axaftinan Emege Ezgi, Mikail Aslan, Golgedekiler, Serhat Kural, Zelal Gokçe, Nurcan Degirmenci û Ferhat Tunç derketin ser dikê û Cizîriyan li ber sitranên hûnermendan heya derengê şevê tevî barana zêde jî govend gerandin. Di dawiya konserê de hemû hûnermendan bi hev re marşa Herne Pêş xwendin.

(ma/rc)