'Bêrîtan Xeta Azadiyê Ye'

10:52

Devrîm AMED/JINHA

BEHDÎNAN - Endamê rêvebertiya Komeleyên Jinên Kurdistanê (KJK) Sosin Alan bi minasebeta salvegera Bêrîtan nirxandinên girîng kir.

Endama KJK'ê Sosin Alan bi minasebeta salvegera çalakiya (Gulnaz Qarataş) Bi nas nav Bêrîtan Hêvî ku dî sala 1992' yan de li Xakûrkê li hemberê şerê PDK ji bo ku neye dîlgirtin xwe di latan de avêtibû û jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û got, "em li ser şopa Bêrîtanan dimeşin."

'Ew bû berxwedan û rûmet'

Sosin Alan got: "Ez di kesayeta Hevala Bêrîtan de hemû şehîdên Meha Cotmehê bi bîrtînim û bejna xwe lî hemberî bîranîna wan ditewînim û soza şopdariya wan didim. Weke ku tê zanîn di 1992' yan de li Başûrê Kurdistanê şerê birakûjî ji aliyê PDK û hêzên derve ve hat meşandin. Hevala Bêrîtan divî şerî de hem li bemherî îxaneta wê deme û hem jî li hemberî komploya hêzên derve xwe xîst xeta berxwedana bi rûmet. Di roja îro de jî, ew xeta berxwedan û rûmetê ye. Dema ku hêzên derve dixwestin destkeftiyên Tevgera Azadiyê tûne bikin hevala Bêrîtan bersivdayina xeta îxanetê, bi berxwedana xwe da. Tevî ku Hevala Bêrîtan li hemberî îxaneta hundir û derve bû xeta berxwedana bi rûmet. Ev hêz bingehê xwe ji hêza birdoziya Rêbertî digre."

'Demê baş xwend'

Sosin diyar kir ku Bêrîtan rihê deme baş xwendiye û wiha vedibêje: "Her wiha pêvajo baş ferq kir û xeta berxwedanê bê tirs meşand. Ji bo bi serkeftina berxwedanê Hevala Bêrîtan xwe di latand e avêt. Ji bo ku xîyaneta heye bi ser nekeve û lîstokên dijmin yên li hemberî tevger û rêbertiyê dihat meşandin nas dikir û bi vî rîhê helwesta xwe diyar kir. Bi canê xwe hevala Bêrîtan nîşan da ku divê mirov rihê berxwedanê xurt bike. Ji wê rojê û heta îro xeta hevala Bêrîtan di rihê Arîn Mîrkanan û gelek hevalan de xwe zindî dîke û digihe vê lutkê. Têkoşîna hevala Bêrîtan hişt ku tevgera jin xurt bibe û hişt ku rêbertî jî girîngiyeke baştir bide tevgera jin."

'Em bi Bêrîtanan re bi serketin'

Sosin, destnîşan kir ku Tevgera PKK'ê bi rihê Bêrîtan û têkoşînvanên wek wê pêş ketiye û wiha domand: "Ger ku di roja îro de Tevgera jin efqas pêşketiye û giha ye vê astê em deyndarê hevala Bêrîtan in. Bêrîtan bi serê xwe li hemberî artêşa mêr bû dengê azadiyê. Ev hin bêhtir hêza jin derxist holê ku jin dikare pir tiştan bike. Carek din nîşan da ku jin hem dikare şer bike û hem jî jiyanê ava bike.Tevgera jin bi rihê Hevala Bêrîtan, bi serket. Em ê bi rihê Hevala Bêrîtan karibin ji vê pêvajoyê re jî bibin bersiv."

'Xeta heval Bêrîtan xeta azadî û serkeftinê ye'

Sosin girîngiya kesayat û çalakiya Bêrîtan bibîranî û wiha pêde çû: "Xeta hevala Bêrîtan xeta azadiyê û serkeftinê ye. Herkes hêz ji rihê hevala Bêrîtan digre. Ew jinên ku derketine serê çiya şopdarên hevala Bêrîtan in. Îro hemû jinên ku bi vî giyanê kar û xebatan dikin di şopa hevala Bêrîtan de ne. Pêşmergeyên ku li hemberî me şer kirin ji ber ku ji Hevala Bêrîtan bandor bûn gelek ji wan çekên xwe danîn û carek din şer nekirin. Rêbertî dibêje, 'divê ku tu hurmeta dijminê xwe jî qezenc bikî' hevala Bêrîtan jî bi çalakiya xwe hurmeta dijminê xwe jî li hemberê xwe qezenc kir. Hevala Bêrîtan bi şewaza berxwedan û têkoşîna xwe hurmeta dijminê xwe jî qezenc kir."

'Bêrîtan bû navê zarokan'

Sosin bibîr xist ku pir mirovan navê zarokên xwe xistin Bêrîtan û pir şervanên azadiyê jî navên xwe xistin Bêrîtan û hatin ser çiyan û wiha dewam kir: "Bi sedan zarok bûn Bêrîtan û bûn şopdarê Bêrîtanan û hatin serî çiya. Ev jî bingehê xwe ji hêza xeta Hevala Bêrîtana bi rûmet digre."

'Bi xeta xwe dijminê xwe da şermê'

Sosin wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku hevala Bêrîtan bi xet û sekna xwe hişt ku dijminê wê jî ji xwe şerm bike. Her jinek divê ku karibe li hemberî xeta berxwedanê û Hevala Bêrîtan bibin xwedanê kesayet û sekna xwe rast bikin. hevalên ku têkoşîna azadiyê pêş xistin û xeta berxwedanê bi ser xistin em li hemberê wan carek din soza xwe nuh dikin û di kesayeta Hevala Bêrîtan de carek din hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînîn û bi taybetî ji hevalên jin ku di vî xetê de li berxwe dan û şehîd ketin, ez carek din wan bi bîrtînîm û soza xwe ji wan re didim. Di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazim."

(nd/rc)