'Divê jin li rêveberiya cewherî xwedî derbikevin'
10:53
Şîlan Ozhan / JINHA
SÊRT - Hevseroka Meclisa Navenda Sêrtê Hatîce Tay diyar kir ku naveroka rêveberiya cewherî valederxistina pergala yekane ya dewletêye û got: "Gelo ji bo ku hemû bajar xwe bi xwe rêvebibin û di derbarê jiyana xwe de biryar bide, çi şaşiya wê heye." Hatîce da zanîn ku rêveberiya cewherî ji bo jinan nêrîna azade û got: "Ji bo wê ji divê jin li rêveberiya cewherî xwedî derbikevin."
Hevseroka Meclisa Navenda Sêrtê Hatîce Tay weke her deverê giringiya parastina cewherî li sêrtê jî nirxand. Hatîce bilêvkir ku divê rêveberiya cewherî baş bê zanîn û wiha domand: "Rêveberiya cewherî daxwazek demokratîke. Divê bi vî awayî çêbibe." Hatîce destnîşan kir ku rêveberiya cewherî tevlîbûn, piranî, rengîn û siyaseta demokratîke û wiha berdewam kir: "Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Lîce û gelek cihêndinê rêveberiya cewherî weke ku tenê kolana xendekane, dan nasîn. Lê rêveberiya cewherî tenê ne şere, divê ev baş bê têgihandin. Di tevahiya cîhanê de 200 dewlet hene, ji wan ji 4'an 1 bi rêveberiya cewherî xwe rêve dibin. Ji welatên şêniya wan zêde û ne bi rêveberiya cewherî xwe rêve dibe tenê Tirkiye."
'Rêveberiya cewherî bi nirxandin û dana têgihiştinê tê avakirin'
Hatîce anî ziman ku rêveberiya cewherî bi nirxandin û dayîna têgihandin dikare bê avakirin û wiha dom kir: "Îro hewildidin di raya giştî de bi xendek, şer, qirkirin û rijandina rondikên çavan naveroka rêveberiya cewherî valabikin. Dema ku rêveberiya cewherî baş bê nasîn û têgihiştin tê ditin ku yek ji mafên heri demokratîke. Şêweyê rêveberiya bi awayê wekhev, rengîn û demokratîke. Rewşên weke newekhevî, cidakirina welat û sînorên siyasî nagire nava xwe. Welatê me xwediyê sazumaniyek a ji gelên xwediyê bawerî û nijadên cuda dijîn. Dema Hatice ku ev mirovane çand, baweri, reng û zimanê xwe bide jiyandin gelo kîjan devera vê şaşe?"
'Jin tenê dikarin xwe di rêveberiya cewherî de bînin ziman'
Hatîce wiha berdewam kir: "Jin tenê dikarin di nava rêveberiya cewherî de xwe bînin ziman, aboriya xwe û di civakê de xwe dayîna hîskirin û zanîne. Ji ber wê jî divê jin bi biriyar xwe azad hîsbike û xwe tevlî hemû deverên jiyanê bikin. Divê herî zêde jin li rêveberiya cewherî xwedî derbikeve."
(zt/rc)