Rêheval qala Heval a femînîst-şoreşger kir - TAYBET

12:27
TAYBET" class="social-twitter">

JINHA

MÊRSÎN - Li Dêrsîmê di encama opêrasyona ku TSK da bû destpêkirin da Heval Yeşîlgoz, tevî 2 hevalê xwe jiyana xwe ji dest da bû. Ayça Yanar qala rêhevala xwe Heval Yeşîlgoz kir û got: "Heval bi seknaxweya şoreşgerî li her çalakiyê de li pêş bû. Bi sekna pêşengî û femînîstî bal dikşand."

TSK di 18'dê Cotmehê de ligel biryara bêçalaktiya PKK'ê li ser rêya Dêrsim- Erzinganê lêşkeran dorpêç kirin, 3'ê jinên gerîla Heval Yeşîlgoz (Dersim Avaşîn Xeyrî), Gûlîstan Onen (Hêlîn Faraşîn), Ebrû Oz (Omedya Sefkan) qetil kirin. Aycan Yanar a rêhevala Heval Yeşîlgoz qala Heval kir û wiha got: "Heval pêşya tevlî refê gerîla bibe me sê sala bihevre li Mêrsînê xebat meşand. Dema em rastî hev hatin li Heval Yeşîlgoz çalakiya Ahmet Atakan a şehîdê Geziyê bû. Heval wekî her qadî li çalakiya Ahmeta jî li pêş bû. Bi rastî jî Heval wek pêşengek bû û bala hemû kesî dikşand ser xwe."

'Bi taybetmendiya pêşengiya xwe li sînor jî berdewam kir'

Ayça Yanar bal kişand ku herî zêde di çalakiyê de Heval hemberî êrîşê polîsan berxwe dida û wiha domkir: " Di çalakiya de şoreşgerêka jin Heval ji aliyê polîsan de ne dihate xwestin. Carna di jiyana normal de jî Heval ji aliyê polîsan de keyfî dihat binçavkirin. Dema em tevlî çalakiya nobeta Kobanê-Pîrsûsê bibûn, leşkeran êrîşî çalakvanê nobetê kirin û çalakvan paşve kişiyan. Li gundê Pîrsûsê li malek çalakvan civiyan û Heval di civînê de got: "Li Kobanê xweşk û birayên me jiyana xwe ji dest didin, em bi mudexeleyek herî biçûk de paşve xwe dikêşin. Ev rev li me nay. Heval pêşangiya xwe li sînor jî berdewam kir."

'Xwe bi awayek xilas kir'

Ayça qala bîranîn a rêhevala xwe Heval a çalakiya Berkîn Elvan kir û wiha got: " Di çalakiya Berkîn Elvan de di nava barîqatê de sê heval mabûn û ji ber TOMA hat barîqat ket ser me. Min Heval nedî û min pirsî, ka Heval li kure? ji min re gotin 'Heval wê xwe bi awayek xilas bike'. Heval jinêk zane bû. Bi rastî jî çalakiya Berkîn Elvanda jî xwe bi awayek xilas kiribû."

'Li hember hişmendiya mêr ya serdest berxweda'

Ayça got: "Heval bi sekna xwe ya şoreşgerî di her çalakiyê de li pêş disekinî û li hember hişmendiya mêr a serdest re pêşêngiya berxwedanê dida û bi seknaxweya a feminîstî bal dikşand. Heval di xebatê LGBT yî da jî bi xwestek cih digirt. Heval ji xwendinê jî pir hez dikir. Zanîngeha Endezyarî a Maden ya Stenbolê bi serxist, qeyda xwe li zanîngehê kir. Lê belê êrîşên Rojeva dest pê kir ji bo wê zanîngehê da seknandin."

(ha/rc)