'Em ê di 1'ê Mijdarê de govenda aştiyê bi gelê xwe re bigerînin'
14:40
JINHA
COLEMÊRG - Xebatê hilbijartinê ya HDP'ê li gund berdewam dikin. Gel bi coşek mezin parlementerên HDP'ê pêşwazî kir. Di ziyaretê gundan de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku, di 1'ê Mijdarê de aştî wê qezenç bike.
Ji hilbijartina 1’ê Mijdarê re rojên jimartî mane, HDP'ê jî lezgînê da xebatên xwe ên hilbijartinê. Namzetên HDP'ê bi beşdarbûna Parlementerên Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak bi armanca xebatê hilbijartinê gundê Dizê ziyaret kirin. Namzetên ku rastî daweta gund hatin kêfxweşiya welatiyan parvekirin û govend gerandin. Piştî wê Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku di 1'ê Mijdarê de gel wê govenda aştiyê bigerînin. Selma got: "Ji ber em kêfxweşiya gelê xwe parve dikin, em kêfxweşin. Piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê gel wê êdî li ser goristanan ji bo ciwanên çeleg negrîn. Em di wê hêviyê dene ku hemû rojên me wê weke vê rojê bi şahî û kêfxweşî derbas bibe. Di 1'ê Mijdarê de gelê me bi vê coşê biçe ser sendoqan û govenda aştiyê bigre."
'Bi zordariyê dixwazin dengê gel bistînin'
Selma destnîşan kir ku Serokwezîr Ahmet Davutogul li ber Serokomar Recep Tayîp Erdogan bejna xwe ditewîne û got: "Serokwezîr Ahmet Davûtogulu bê îrade ye. Ew bi serê xwe tevnagere, di bin nêrînê Erdogan de tevdigere. Her roj daxuyaniyên acîb dike. Bi torosên spî gelê Kurd ditirsîne û dixwaze bi zordariyê dengê gel bistîne. Bi wan torosan dayîk, bav, bira û xweşkên vî gelî qetil kirin. Ev gel hişyar bûye. Em ne ji te û ne jî ji torosên te ditirsin. Ev gel wê di 1'ê Mijdarê de vîna xwe diyar bike."
'Gelê me ji bo çareserî, aştî û xweseriya demokratîk amede ye'
Piştî wê Hevserokê Navenda HDP'ê ya Colemêrgê Metîn Besî axivî û diyar kir ku, HDP'ê di 1'ê Mijdarê de wê serkeftinên mezin bi dest bixe û got: "Bi sayê gelê xwe a welatparêz di 1'ê Mijdarê de em ê bi serbikevin. Gel wê bi coşek mezin biçin ser sendoqan û dengê aştî, wekhevî û aramiyê bikarbîne. Em ê dagirkeran di bin bendavê de bihêlin. Gelê me ji bo çareserî, aştî û xweseriya demokratîk amede ye."
Piştî axiftinan heyeta HDP'ê ji bo xebatê hilbijartinê berê xwe dan gundên din.
(zyd/rc)