'Jiyanek nû hatiye avakirin'
14:50
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê xebatên avakirina xweseriya demokratik dewam dikin. Xebatkarê İnsayatifa Hûnermenda a Demokratik ku bi armanca silav kirina xweseriya demokratik hatin Cizîrê tevlî xebatên atolyê çandî bûn. Endama insiyatifê Rugeş Kırıcı axivî û got ku wan dîtiye ku têkiliyên gel xurtin û her kes di nav hevakariyê û jiyana komînal de ye û jiyana nû ev bi xwe ye.
Li Cizirê di çarçovaya avakirina xweseriya demokratik de xebatêm TEV-ÇAND dewam dikin. Li Cizîrê duh konserek girsehî hatbû li dar xistin îro jî xebat bi atolyê risîm, ritîm û şano dewam dikin. İnsayatifa Hûnermenda a Demokratik jî tevlî van atolya bûn û tevî jin û zarok li taxa Cudî û Nurê(Çemkurk) re hatin cemhev. Ruyê zarokên li taxan ji aliyê hûnermendê endemê İnsayatifa Hûnermenda a Demokratik ve reng reng hat neqişandin. Di atolyê ku rastî eleqeye zêda hat tiştên ku zarokan nivîsî balkêşbûn. Zaroka di atolya resm çêkirinê de nivîsên wek:” APO, PKK, HDP, Ez Kurdim,YPG,YPJ“ hatibû nivisandin. Endama İnsayatifa Hûnermenda a Demokratik Rugeş Kırıcı ku du roje li Cizîrê xebatên xwe di meşîne ji JINHA’yê re axivî.
‘Di avakirina jiyanek nû de karek giran dikeve ser milê çandê’
Rugeş diyar kir ku ew her tim Cizîrê di şopînin û ji Cizîrê ne durin. Rugeş got ku ji bo avakirina jiyanek nû karek giran dikeve ser milê hûnerê û ev tişrt anî ziman:” Hûner ji bo avakirina jiyanek nû divê rola xwe bileyze. Wek insayatif me xwest em werin li vê derê binêrin kaçi qewimiye em destê xwe bidinê û bi çavê xwe bibînin ev yek ji bo pêşeroja hûnerê jî gelek girîng e.” Rugeş desnîşan kir ku wan du rojan têr û tije derbas kiriye û wiha pêde çû:” Her kes dibêje we moral daye me lê me ji vir moral girt.”
‘Têkîliyê gel xurtin’
Rugeş li ser nivisê ku zaroka nivîsî jî sekinî û ev tişrt anî ziman:” Ez ne piskolokekim lê ev du rojin em bi zarokan re dixebitin. Resm xêz nakin nivîs di nivîsin çi di jiyana wan de heye wî di nivîsînin. Dema em ruyê wan boyax dikin dibên bila kesk û sor û zer be. Mirov di tiştê ku zarok xêzdike de tesira êş û birînê dibîne lê ne di nav girî dane moralê wan jî bilind e. Diyare hemû kes bi mêjiyê xwe bi hişmendiya xwe hînê vê jiyanê bûye.” Rugeş got ku tiştê li Cizîrê herî zêde bala wê kişandiye têkîliyê gel ê xurtin û wiha got:”Niha em di vê kuçê dane hemû kes hev dû nas dike û yê kuça dinê jî nas dikin ji xwe jiyan li vir hatiye avakirin û em vê jiyanê silav dikin.”
(ma/rc)