YPJ Şengal navê xwe kir YJÊ

15:45

JINHA

ŞENGAL - YPJ-Şengal di civîna ku pêk anî de destnîşan kir ku ji ber YPJ-Şengal gihêştiye asta parastina tevahî jinên Êzidî û Êzidîxanan ew navê xwe guhertine.YPJ-Şengal ji îro û pêve wê bi navê YJÊ (Yekîneyên Jinên Êzidîxan) xebatê xwe pêk bîne.

Hêzên YPJ-Şengal ji bo nirxandina asta gihêştine li hev civiyan. Di civînê de hat ziman ku YPJ-Şengal hem di warê rêxistinî û hem jî di warê leşkerî de gihêştiye asta ku tevahî jinên Şengalê û Êzidî biparêzin û erk bidin ser milên xwe. YPJ-Şengal di çerçoveyê van nirxandinan de biryara guhertina nav girtin. Ji vir û pêve wê YPJ-Şengal bi navê Yekîneyên Jinên Êzidîxan (YJÊ) xebatê xwe bimeşînin. Piştî civînê di daxuyaniya ku hat kirin de YJÊ wê tevî vê biryarê di pêvajoyên demê pêş de erka parastina tevahî jinên Êzidî û Êzidîxan hilde ser milên xwe.

(rc)