'Hêza dayîkan wê AKP'ê têk bibe'
16:25
JINHA
COLEMÊRG - Dayîkên Aştî ên Colemêrgê li dijî operasyon û êrîşên dewletê bi daxuyaniyek bertekên xwe anîn ziman. Endama Dayîka Aştî Sidika Kaya diyar kir ku ew li hember êrîşan dibêjin aştî û wiha got: "Divê hikûmeta AKP'ê dev ji operasyonên qirkirin siyasî û bombebarankirina goristanan berde. Eger bernede wê rastî hêzê dayîkan were.
Dayîkên Aştî ên Colemêrgê bi armanca şermezar kirina operasyonên qirkirina siyasî û bombebarankirina goristanan li ber avahiya DBP'ê a Colemêrgê kombûn. Aktîvîstên KJA û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên ku di komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest dane û panqarta ku li ser nivîsê "Ez dayîkim û bi hêvîme ku Rêberê xwe bi kevokên aştiyê pêşwazî bikim" hatin hildan. Dayîk li ber avahiya DBP'ê heya şaredariya bajêr meşiyan û durişmeyên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
Li ser navê Dayîkên Aştî Sidika Kaya axivî û bombebarana goristnan şermezar kir. Sidika got: "Qey Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan şerim nake goristanên zarokê me bombebaran dike. Hestiyê zarokên me bi hovane dişewitîne. Divê êrîşên li dijî goristanan bê rawestandin. Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin ku êdî bila dev ji êrîşên ser Kurdan û goristanên zarokên me berdin û dest bi muzekareyê bikin." Piştî wê Hevserokê KCD'ê Selma Irmak axivî. Selma got: "Dayîkên me ên dilsoj her dem ji bo aştiyê di nava seferberiyê dene. Kedên pir mezin didin ev yek jî pîroze."
(zyd/rc)