Yekîtiya Ciwanên Rojava li Kobanê lezgînî dan xebatên xwe
17:02
Şevîn Şervan-Rojda Serhat/JINHA
KOBANÊ - Rêvebertiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Ronahî Efrîn destnîşan kir ku Kobanê di êrîşên çeteyan de bûyê hilweşiya ye û ew xebatê avabûna Kobanê didin meşandin. Ronahî Efrîn got: "Em wek Yektiya Ciwanên Rojava rola pirê di navabera Tirkiyê û Rojava de dileyzin."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê a li hemberî Kobanê salek derbas bû, lê belê şopên şer ne hatine girtin. Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) di xebatên avakirina Kobanê de aktîf cih digrin. Di derbarê xebatê de Rêvebertiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Ronahî Efrîn agahî dan û wiha got: Êrîşên çeteyan li ser gelê Kobanê gelek bandor kir û xebatê ciwana jî derengî ket. Piştî ku bajar ji çeteyan hat rizgarkirin me lez da xebatên avakirinê."
'Xebatê avakirinê em xurt dikin'
Ronahî got: "Pêvajoya nû ne ji bo mal avakirinê ji bo moral, coş û kelecana gel bi dest bixe esas digrin. Êrîşên çeteyan gelek bandor kir û Kobanê ket halê enqazê. Gelê di êrîşên çeteyan de koçber kiribûn vedigerin axa xwe. Cara yekem ji bo gel xebat bê kirin. Daxwaza me di nav gel de xabata avakirina Kobanê xurt bikin. Xebatên xwe li ser wan esasa bi rê dibin."
'Gel bi biryare ku li Kobanê bimîne'
Ronahî diyar kir ku hemberî êrîşan rihê bihevrebûnê xwe diparêze û wiha got: "Gel ligel êrîşan bi biryare ku li Kobanê bimîne. Di şerê Kobanê de em wek ciwan di nav lêgerînek dabûn. Heya ku ji destê me hat rola xwe di şer de leyîst. Piştî komkujiyê xebatê avakirina Kobanê gelek moral da gel û malbatên şehîdan. Eger moral û manewiyat nebe avakirin avahiya tenê wê bi şeklî be. Gelê vegeriyan axa xwe çalakî û faliyetê me rihê serhildanê nû bû."
'Piştî komkuji ye me perwerdê esas girt'
Ronahî diyar kir ku enqazê Kobanê rakirin û avahiyên nû avakirin bi riyê perwerdê wê pêk were. Ronahî wiha domkir: "Di avakirina Kobanê de ciwanên ji welatê cûr bi cûr hatibûn jî hene. Teqîna Pirsûs ê bi zanebûn hate kirin, armanca teqînê îmhaya pergala ku me bi ciwana avakiribû. Gelê me bi şere koçberiyê jî jiya. Gel koçî warê ku qet têkiliya bi çanda wan re nîne kirin û gelek bandora derûnî li ser gel kir. Ji bo bin bandora şer derkevin û derûniya gel me akademiyên birdozî vekir. Piştî komkujiyê me perwerda birdozî mina xalek dît. Tenê em perwerdê li navendekî nabînîn li gelek bajarî navendên ciwanan hene. Her heftî em perwerdê dibînin."
'Li her bajarî komîte hat avakirin'
Ronahî bal kişand ku di Kongra Ciwanan de pergal û rêzname de nav hatine guhertin û wiha got: "Di kongre de ciwanan li ser kîjan esasî xwe bi rêxistinî bikin hat nîqaşkirin. 12'de komîte me ava kir. Li her bajarî komîta werzîş, çand û huner, perwerda birdozî û ê dîplomasiyê hat ava kirin. Bi coşeka mezin xebata avakirina Kobanê berdewam dike. Wek jinên ciwan me meclîs û komînê xwe ava kir. Rola jinên ciwan di nav gel de gelek mezine."
'Hedefa me tabûrê ciwanan pêk anîne'
Ronahî anî ziman ku ji bo ciwan xwe bi fikir û raman xwe pêş bixin giranî daye xebatan û wiha dom kir: "Vêga herî zêde li Kobanê pêdiviyê me bi birdozî û parastina cewherî heye. Projeya ku me vêga daye pêşiya xwe tabûrê ciwana avakirine. Her şev em derdikevin dewriyê. Hêviya gel bi civana tê em jî daxwazên gel û hêviyê gel tînin cih."
(ha/rc)