Li gelek bajarî binçavkirin û girtin
12:19
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sêrt, Elezîz û Agiri yê herî kêm 17'de kes hatin binçavkirin. Li Manîsa yê jî taxa Kurd lê dijîn polîsan kontrola GBT'ê kir.
ELEZÎZ
Di saetên sere sibê de li Elezîz ê operasyonên sergirtina malan hatin kirin. Li gor agahiyan sergirtinê malan de herî kên 6 kes hatine bin çav kirin. Kesên hatine bin çav kirin navewan wihaye: Rêvebirê navenda HDP'ê Alî Çelebî, Hevserokê Navça HDP'ê Remezan Demîrel, Hevserokê Navça ALaçatiyê Suat Yavuz, endamên DTK'ê Selehattin Bilin û Haldun Çelik û kesê ku paşnavê wî ne hatiyê zelalkirin Îbrahim ê. Hat hînbûn ku kesen hatine bin çav kirin birine Muduriyet a Ewlehi ya Elezîz ê.
AGIRÎ
Li Agiri yê bi polîsaên taybet li taxên Gazî, Mûrat û Firat ê sergirtinê malan de herî kêm 4 kes hatin bin çav kirin. biryara operasyonê nehat zelalkirin û kesên hatin bin çav kirin navê wan wiha ye: Ozan Şen, Nîhal Polat, Kadîr Emreû Yûnûs Emre ye. Hat hînbûn ku kesen hatine bin çav kirin birine Muduriyet a Ewlehi ya Agiri yê. Hat diyar kirin ku hejmarên binçavkirina zêde bibe.
MANÎSA
Polaîsan bi TOMA yan ketin taxa Fevzî Çakmak a girêdayê navça Yûnûs Emre ya Manîsa yê ya Kurd lê dijîn. Ketin û derketina taxê polîsan dorpeç kirin û paşî welatîyên li qahwa û malan kontrola GBT'ê kirin.
SÊRT
Li Sêrtê 22 kesên ku di 25'ê cotmehê de hatibûn binçavkirin ji şan 10 kes duh sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Welatiyên bi navê Metîn Ekîmcî, Salîha Altay, Evîn Yildirim û Mazlum Akgul bi şerta kontrola edlî hatin berdan û Nurettîn Elçî, Ahmet Korhan, Şakîr Dalkiliç, Kubra Çelîk, Ahmet Koçak û Zahîr Taşçi bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. 12 kesên ku di bin çavan de jî li bendê ye îro derxînin dozgeriyê.
(ha)