Jinên Kobanê bi civînek re zagonên jin diyar kirin
15:45
JINHA
KOBANÊ - Desteya Jin li Kantona Kobanê civînek bi armanca nûkirina zagonên bingehîn a jin diyar bikin pêk anîn.
Li Kantona Kobanê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê hatin paqij kirin, sazî û navendên jin lezgînî dan xebatê înşakirinê. Desteya Jin li Kantona Kobanê bi armanca nûkirina zagonên bingehîn a jin diyar bikin civînek pêk anîn. Civîn bi beşdarbûna hemû Saziyên Jin, Dayîken Aştî, Meclîs jin, Rêxistinên Jin, Yekîtiya Star û Rêveberiya TEV-DEM'ê Rûken Ehmet pêk hat. Rêvebera Desteya Jin a Kantona Kobanê Emîne Bekîr derbarê civînê de agahî da û diyar kir ku bi xebatên înşakirina civaka xweseriya demokratîk re ew hewldidin xebatê xwe li gorî zagonên bingehîn ên jin pêk bînin.
'Em ê şopdarê biryarên xwe bin'
Emîne destnîşan kir ku ew piştî ku Kobanê hat rizgar kirin pêwîstî bi civînek wiha girîng dîtine û wiha got: "Berî êrîşê çeteyan me hin biryar girtibûn. Lê belê ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê gelek welatî neçar man ku koçbikin. Ji ber koçberiya ku pêk hatî me nekarî em pergala xwe û biryarên ku standine bi jiyanî bikin. Wek rêxistinên jin bi taybet me biryarên zewacên temenên biçûk qedexe kiriye. Her wiha jin wek berdêl dayîn û li herêmê du zewac hatî qedexe kirin. Li dijî pergala desthilatdariyê zagonên ku mafê jiyanê jinan biparêze çine li ser wan mijaran me nîqaşên girîng dan meşandin. Em ê şopdarê biryarên xwe bin."
'Zagon wê bi riya perwerdê bê rûnişkandin'
Rêvebera TEV-DEM'ê Rûken Ehmet jî destpêka axftina hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîranî û wiha got: "Ji bo ku em despêkê zagonên xwe biden rûnişkandin divê em giranî bidin perwedeyên xwe. Civaka ku li gorî zîhniyeta desthilatdariya mêr a 5 hezar sal hatî avakirin guhertin wê bi perwerdê re pêk were. Koçberiya ku ji ber şer pêk hatî hindek xebatên me bandor kir. Lê nayê wateya ku xebatê me sekinî. Her dem xebatê me domkir. Ji vir û pêve li gorî biryarên ku me diyar kirine dê xebatên perwerdehî di hemû beşên civakê de pêk were. Zagon wê bi riya perwerdê bê rûnişkandin."
'Bi meclîsên taxan re em ê xwe bighînin hemû civakê'
Rûken wiha domkir: "Bi meclîsên taxan re em ê xwe bighînin hemû civakê. Lê divê meclîsê taxan li gorî erkênx we tevbigerin û pirsgirêkê jinan çareser bikin. Her rêveberiyek ku ji aliyê gel û jinan ve hatî hilbijartin divê bi berpirsyariya xwe rabe û xwe tevlî xebatê bike û hêz bîne. Ji ber em di pêvajoya înşakirinê dene, zagonên jin bi ked û têkoşîna jinan diyar bû. Ji ber vê yekê xwedî li vê nirxê derketin erka me hemû jinane."
(zk-ra/rc)