Di temasa îsal a 25 Cotmehê 'Şîdeta mêr bîrdoziye parastina cewherî raweye'
09:21
JINHA
AMED - Bi pêşengiya KJA'ê çalakiya Têkoşîna Navnetewî a li hember Şîdeta ser Jin a 25'ê Cotmehê wê bi durişmeya 'Şîdeta mêr bîrdoziye parastina cewherî raweye' di nava heftê de pêk bîne.
Yek ji rojên têkoşîna jinan a girîng 25'ê Cotmehê ye. Jin wê bi berxwedana xwe a li hember peragala desthilatdar mohra xwe li salê bide. 25'ê Cotmeha 1960'an de roja têkoşîna pêşengên Tevgera Clandestîna, Patrîa, Mînerva û Marîbel a li hember dîktatoriya Trujillo ye. Di encama berxwedana hersê xweşikan de ji aliyê pergalê ve di 25'ê Cotmehê piştî ku tên tecawûz kirin tên qetil kirin. Di 25'ê Cotmeha 1999'an de jî ev roj ji aliyê Desteya Giştî a BM'ê ve wek Roja Têkoşîna Navnetewî a li Hember şîdeta ser Jinê tê îlan kirin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) weke her sal ku pêşengiya têkoşîna li hember şîdeta li ser jinê dike dê bi durişmeya 'Şîdeta mêr bîrdoziye parastina cewherî raweye' çalakiyê xwe li darbixe.
Her wiha dê çalakiyên îsal têkoşîna li hemberî şîdeta mêr-pergal-dewletê derkeve pêş û dê hefteyek bidomin. KJA diyar kir ku ew di komxebata xwe a bi navê "Paltforma têkoşînê ya ji bo jinên bi zorê hatine ragirtin" de ya di 5 cotmehê de li Amedê hatibû lidarxistin de jî banga kiribû ku ew ê ji bo jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn ragirtin, li bendê ne ku diyariyê têkoşîna wan bê kirin.
Sal a çûnê bi banga rêxistinên jinan di 25’ê mijdarê Hefteya Têkoşîna Navnetewî li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan tê kirin ji bo piştgirî bi jinên Kobanê re bê dayîn li Pirsûsê mîtîng hatibû lidarxistin.
(rc)