Jinên ciwan dengê xwe didin HDP'ê
09:24
JINHA
COLEMÊRG - Jinên ciwan ên Colemêrgê amedekarî dikin ku dengê xwe bidin aştî û azadiyê HDP'ê. Civaka Meclîsa Jinên Ciwan a Tolvîn Cûdî bi stranên xwe piştgirî didin hilbijartina HDP'ê. Endama Komeleyê Gûneş Okçu diyar kir ku ew ê heya aştî û azadî gerdûnê ronî bibe dê li berxwe bidin.
Xebatên hilbijartina HDP'ê rastî eleqeyek mezin ji civakê tê. Civaka Meclîsa Jinên Ciwan a Tolvîn Cûdî hem ji bo piştgirî bidin HDP'ê strana 'HDP heval HDP'e' amede kirin hem jî diyar kirin ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê. Endama Komeleya Civaka Meclîsa Jinên Ciwan a Tolvîn Cûdî Guneş Okçu derbarê xebatên xwe ên hilbijartinê de agahî da. Guneş bal kişand ser girîngiya hilbijartina 1'ê Mijdarê û wiha got: "Em tev dizanin ku sedsala 21'an ji bo gelê Kurd mîlade û ji bo gelê navnetewî jî hêviya ronahiyê ye. Em hêzek dewlemendin."
'Gel çareserî di HDP'ê de dibîne'
Gûneş destnîşan kir ku ew ji bo aştî, wekhevî herdem piştgirî dane û wiha got: "Perspektîf, paradîgma û projeyên HDP'ê ên aştî û wekhevî gelan dide jiyan kirin. HDP'ê jiyana wekhevî ji bo tevahî mirovan avadike û hêza jin derdixe holê. Tevahî gelê Kurd û gelê Tirkiyê êdî HDP'ê baş naskiriye. Hemû kesimên civakê piştgirî didin HDP'ê, ji ber gel çareseriyê di HDP'ê de dibîne."
'Me bi hêza jinê strana 'HDP heval HDP'ê amede kir'
Gûneş anî ziman ku ew bi stranên xwe balkişandine ser dagirkeriya dehakan û dagirkeriya desthilatdaran û wiha got: "Ji bo ku em zilma dehakan û zordariya desthilatdaran a li ser gelê mazlûm bidin pêş me xebatek wiha pêk anî. Me bi hêza jinê strana 'HDP heval HDP'ê ' amede kir. Ji ber ku HDP'ê ji bo tevahî gelên li Tirkiyê dijî bawerî û ronehiyek e. Her çiqas derfetên me kêmbe jî me pêdivî dît ku bi dengê xwe piştgirî bidin aştî û hêviya gelan. Tu zilm li ser rûyê vê dinê heya dawî berdewam nake. Her roj bi balafiran weke barana payîzî çiya, goristan û hêviyên me gulebaran dikin. Lê li beramberî vê zilmê gelê mazlûm dê bi serbikeve. Di roja 1'ê Mijdarê de em ê bibin yek deng û dengê xwe bidin HDP'ê."
(zyd/rc)