'Dengê we azadî û nasnameya we ye'
09:26
JINHA
QAMIŞLO - Meclisa Jin a partiya PYD'ê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi daxuyaniyek piştigriyê xwe a ligel gelê Bakûrê Kurdistanê anî ziman. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku piştî hilbijartinê gelê Tirkiyê wê modela xweseriya demokratîk esas bigre û wiha hat gotin: "Deng azadî û nasnameya we ye. Eger dengê we yekbin em jî li gel we ne."
Meclîsa Jin a Navenda PYD'ê li Taxa Xerbî a bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya xwe ligel gelê Bakûrê Kurdistan bînin ziman li ber avahiya PYD'ê kombûn. Meclisa jin di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ku bi salane li bakûrê Kurdistanê ji bo azadiyê tê dayîn û wiha hat gotin: "Em fedekarî û berxwedaniya we ya salan li hemberî dewletê û siyasetên înkar û îmhayê bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê dene ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî serkeftina a HDP'ê be."
'Serkeftina HDP'ê serkeftina demokrasiya Tirkiyê ye'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rojhilata Navîn bi giştî û Surye bi taybetî di nava pêvajoyeke hesas û guhertinên bi lez yê di warê siyasî, diplomasî û leşgerî de jiyan dike û hat gotin, "Hêza Kurd ya pêşeng ji şoreşa Rojava re bû ye xwedî roleke sereke di veguhertinên di nava pêkhateyên di Rojava û di Sûrye de. Bandora hêza pêşengtiya Kurd ya demokratîk kirina Surye bi awayeke berbiçav derketiye holê. Li ser esasê projeya Partiya me PYD, pergala xweseriya demokratîk ya ku xwe dispêre wekhevî û adaleteke çandî û civakî. Lewma em bawer dikin ku projeya xweseriya demokratîk di bakurê kurdistanê û di tirkiye de jî aşîtiyeke mayinde di nava civakên Tirkiye de bîne. Yê ku vê yekê dikare temsîl bike jî partiya HDP'ê ye. Serkeftina HDP di hilbijartina de tê wateya serkeftina demokrasiya Tirkiyê ye."
'Dengê gel ew ê azadiyê gelan diyar bike'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Partiya HDP'ê tekane partiyeke di hindirê Tirkiye de ku nûnertiya tevayî pêkhateyên hindirê Tirkiye dike. Cara yekemîn di hindirê Tirkiye de partiyeke weha ku ji bo aşîtiya gelan dixebite derketiye. Lewma em jî weke rêxistina jin di partiya PYD de piştgiriya HDP'ê dikin û piştgiriya tekoşîna gelê xwe yê ku di Tirkiyê de ji bo avakirina pergala xwe ya xweser dikin. Em dibêjin ku HDP'ê îradeya gelên Tirkiye û Bakurê kurdistanê temsîl dike. Dengê gelên li wir di hilbijartina de azadiya wan ewê diyar bike. Dengê we nasnameya we ye, ew ê serkeftina we di hilbijartina de bibe bersiva herî mezin ji kiryarên AKP'ê yê faşîzane ku di derheqê bakurê Kurdistanê de pêk hatiye. Çûyîna we ya ser sindoqan û raya xwe ji HDP'ê re bi karanîn ew serkeftina we a li hemberî siyasetên AKP'ê jî nîşan bide."
Piştî xwandina daxuyaniyê bi durişmeyê "Bijî berxwedana Bakûr" hat berz kirin.
(rs-şş/rc)