'Tîmên Qesrê li Surê li dijî jinê şer dide meşandin'

10:03

Bêrîtan Elyakut-Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - Jinên navçeya Surê ku bi îlankirina rêveberiya xweser her tim ji aliyê tîmên taybet ên ku Surê dorpêç kirine dene. Hat hînbûn ku tîmên Qesrê bi anonsan gotinên wek "Şoreşa jinê ha", "Hûnê bibînin şoreşê" gefa tecewuz û zayendî li jinê dixwin û dixwazin bi van gefan berxwedana jinê bişkînin.

Li gelek taxên navçeya Sura Amedê welatiyan rêveberiya xwe ya xweser îlan kir û bi rojan bi hêzên dewletê re li ber xwe dan.Waliyê Amedê jî vekirina xendekan hinçet nişanda û di mahê de 4 car derketina dervê qedexe kir û navçe bi dorpêçkirina tîmên taybet bê mîrov xişt. Herî dawî di 10'ê cotmehê de li taxên Xasirlî, Xançepek û Fatîhpaşa yên girêdayî Surê ne, piştî ku bi rojan pêvçûn rûdan û di encamê de gelek avahiyên dîrokî hatiyê talankirin û hilweşandin, dîsa di encama pêvçûn û êrîşan de ji aliyê tîmên taybet ve yek jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku tîmên şer ji taxê kişiyan derket holê ku li ser dîwarên ku pêvçûn lê çê bû nîvisên wek "Tîmên Esedullah" nivîsandine û gef li welatiyan xwarin.

Di dagirkirinê de hedefa ewîl jin in

Kesên ku xwe wek 'Tîmên Esedullah' dan pênasekirin di dema dagirkirinê de li gelek jinên taxê gefên tecawîzê û zayendî xwarine. Piştî pêvçûn û êrîş bi dawî bûn Rêxistinên Jinan li taxa Xasirliyê ku herî zê de lê pêvçûn çêbû lêkolîn dan dest pê kirin. Di encama lêkolînê de derket holê ku jinên taxê rastî gotinên nexweş, zayendî û gefa tecawîzê hatine.

'Li kolanan her tim dijûnan didan'

Jinên ku li taxê dijîn û rastî gefa tecawiz û zayendê hatin serpêhatiyên xwe ji ajansa JINHA'yê re parvekirin. Jina ku nexwest navê xwe aşkera bike M.V (25) destnîşan kir ku bi rojan rastî gefên tîmên taybet hatine û ew ji tirsan bi rojan ne dikarîn ji malê derkevin. M.V diyar kir ku ji bo çavên wan bitirsînin, bê navber tekbîr di aniyan û wek çeteyên ÎŞÎD'ê tevdigeriyan û wiha axivî: "Gelek caran me ji xwe re di got çete ketine taxê û me xwe bi gorî wê di parast."

'Şoreşa jinê ha…'

M.V. qala êrîş û bûyerên taxê kir û ev tişt anî ziman: "Di 12'ê cotmehê de tîmên taybet di ser malan de girtin. Seat 11.00 bû û ji nîşka ve derî lê dan. Hêj me derî venekir deriyê mala ma hat şikandin û mirovên ku rûyên wan girtî bû ketin hindir. Li malê tenê ez, dayîka min û xuşka min hebû, bê nav ber dîjûnan li me kirin. Min û xuşka min xistin mezelekî û dayîka min jî birin mezelekî din. Girtin pora min û xuşka min û heya mezelê kişandin. Yek di nav wan de bê navber gotinên ne xweş digot û min tacîz dikir. Xuşka min jî tacîz dikirin. Bi tecawîzê me dîtirsandin. Tiştê ku ew roj hat serê me, ez qet ji bîr nakim. Tiştê ku li me hat kirin, mirov bi mirovan nake. Canê min diêşiya û min qîr dikir, dayîka min jî ji bo xwe bigihîne min hewl dida û îşkence li dayîka min dikirin. Bi îşkence û tacîzê bê navber digotin 'Şoreşa jinê ha. Em ê nişanê we bidin şoreşa jinê' û dîjûnan didan."

Li zaroka 13 salî êrîşa zayendî

Tîmên taybet li taxa Xasirliyê li zaroka H.T. a 13 salî êrîşa zayendî kirin H. T'ê biçûk anî ziman ku di malê de tenê ew û xuşka wê hebûye û rastî êrîşê hatine. H.T ya ku nikarîbû serpêhatiyên xwe parveke tenê got ku "Gelek pîs bûn û zilmê li me dikirin" bû.

'Timên qesrê li ser kar in!'

Hêjajî gotînê ye ku li taxê li ser gelek dîwarên avahiyan "Tîmên Esedullah" nivîsîn û bivê yekê xwestin berxwedana gel bişkînin. Jinên taxê anîn ziman ku ew ne "Esedullah in, yên Qesrê ne" û tîmên qesrê li ser kar in.

(ho/rc)