'Ji bo êrîş vala bên derxistin hemû deng ji bo HDP'ê'
11:41
JINHA
STANBOL- Nîviskara Kovara Başlangicê Ecehan Balta anî ziman ku ji bo êrîşa Qesrê û mirina mirovan bê rawestandin divê di hilbijartinê de dengê HDP'ê zêdebin.
Hilbijartina ku dê di 1'ê mijdarê de pêk bê çend rojên jimartî man, ji çar alî piştgirî ji HDP'ê re tên. Nîviskara Kovara Başlangiçê Ecehan Balta li ser navê hemû xebatkarên kovarê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê bi JINHA'ê re parvekir. Ecehan diyar kir ku ji bo konsepta şer û planên AKP'ên aloziyê vala derkeve divê HDP'ê bi ser bikeve û her kes ji bo vê li ser kar be.
'Li hember rejîma deshîlatdariyê têkoşîna hevpar'
Ecehan desnîşana kir ku di nav partiyên ku dikevin hilbijartinê ya herî nêzî sosyalîstê HDP ye û ji bo serkeftiya HDP'ê divê her kes tişt ku dikeve ser milê wan bike û wiha axivî: "Eger ku şansekî me ya em hilbijaritinê boykot bikin û neçin ser sandoqan, tiştê herî baş em bikin ew e ku em xwedî li sandoq û dengên xwe derkevin e. Alternatîfa me ya herî baş e ew e ku li hember rejîm a desthîlatdariya ku welat têxe nav aloziyek û li Amed Lîce, Sîlopiya, Pirsûsê li ser gelê Kurd planên tune kirinê didin destpê kirin, bi têkoşînek hevpar bidin destpêkirin."
'Ji bo demokrasiyê HDP'ê'
Ecehan daxuyanameya HDP'ê jî nirxand û got ku daxuyanameya HDP'ê ji bo demokrasiyê gelek girin e û wiha pê de çû: "Di daxuyanameya HDP'ê kedkar, jin, ciwan, hevparî û azadî esas tê girtin. Mafê hemû gelên ku tên binpêkirin dê HDP'ê parastin. Partiyên din jî qala mafan û jiyan hevpar dikin. Lê mixabin ku tu modela wan ji bo demokrasiyê tune. Bi îlan kirina rêveberiya xweser re modela demorkrasiyê derdikeve holê û baweriyek li hember HDP'ê çêdibe. Mirov dikare bê jê ku dê demokrasî bê Tirkiyê. Ji ber vê yekê em dibêjin ku ji bo demokrasiyê HDP'ê."
Ecahan di berdewamiya axatina xwe de bal kişand li ser ewlehiya sandoqan û wiha got: " Di berî hilbijartinê de di vê li siqaq bigerin û çawa ewlehiya sindoqan tê kirin bê ragihandin. Ev hilbijartin her çiqas ji bo HDP'ê giring be jî ji bo AKP'ê jî giring e. ji ber vê yekê AKP çi ji destê wê bê dê bike."
'Ji têkoşînê re dewam'
Ecehan di dawiya axavtina xwe de got ku em ê heya dawiyaê ji bo azadiyê têbikoşin û wiha got:"Em baş dizanin, lê dê HDP'ê ji bo aştiyê dê li ber xwe bide û dê HDP li meclîsê nûnertiya aştiyê bike. Ji ber vê yekê hemû deng divê ji HDP'ê re bin û roja hilbijaritnê li dengên xwe xwedî derkevin."
(ho/rc)