Ji Jinên HDP'ê pêşniyariyên çareserî ji bo jinên penaber
12:28
JINHA
AMED - Navenda Stratejî a Jinên HDP'ê ji bo jinên penaber ên Suriyê ku rastî pirsgirêkên wek şîdeta zayendî, ber bi fuhuşê ve birin, ji mal derneketin, li cihê kar rastî tacîzê hatin, di serî de ji tendûristî û her wiha ji gelek xizmetên civakê bê par hêştin pêşniyariyên çareserî pêşxist.
Navenda Stratejî a Jinên HDP'ê ji bo jinên penaber ên li Tirkiyê dest bi xebatê nirxandinê kirin. Xebatê ku raporên saziya civaka sivîl wek çavkanî dibîne diyar kir ku, polîtîkayê Tirkiyê ji bo Suriyê û welatên cîran ser esasê kûrkirina şer û bi taybet li dijî Kurdan piştgirî dayîna DAIŞ'ê tê kirin, her wiha hat diyar kirin ku AKP'ê bi piştgirya xwe a kûrkirina şer, mirovan neçarî koçberiyê dike. Li gorî agahiyên ku Navenda Stratejîya Jin li Tirkiyê penaberên ku qeyda xwe di fermiyetê de kiriye 2 mîlyone tevî ên ku qeyda xwe nekirine nêzî 2 mîlyon û nîv penaber hene. Ji vê hijmarê tenê 300 hezar li kampên AFAD'ê dimîne, ên din jî li bajarên cûda têkoşîna jiyanê didin.
'Jinên penaber di hedefê şîdeta mêr de ne'
Penaberên Suriyê ên ku koçî Lûbnan, Ûrdûn, Tirkiyê û Iraqê bûne ji sedî 50'î zêdetir ji jin û zarokên keç pêk tê. Li aliyê din zarokên keç û jin di nava komên penaber de wek komên hesas tê dîtin. Jinên penaber di hedefa şîdet, tacîz û tecewizê mêr dene.
'Jin naxwazin li kampa AFAD'ê bimînin'
Li kampa AFAD'ê her çiqas derfet hebe jî jin ji ber ku rastî şîdeta zayendî û ber bi fûhuşê ve tên birin naxwezin li kampê bimînin. Jiyana dervî kampê tercîh dikin.
Li gorî rapora saziyên civaka sivîl jinên penaber ên ku dervî kampa dijîn wiha ne:
*Li Tirkiyê penaberên jin rastî pirsgirêkên wek, şîdeta zayendî, fuhuş/karkera seksê, ji tirsa tacîza zayendî ji mal derneketin, ruxmî ku kar dibîne li ser kar rastî tacîzê hatin, ji ber ne zanîna ziman di serî de tendûristî û her wiha ji gelek xizmetên civakê bê par hêştin tên.
*Jinên ciwan ên penaber li hember peran tên zewcandin.
*Li aliyê din zarokên di temenê 13,15 û 18'an de ji aliyê bazirganan ve ber bi fuhuşê ve tên birin.
*Her wiha jinên penaber di nava xizaniyên mezin de dijîn.
*Ji ber îstismara zayendî û nezanîn ziman jin di îstîxdamê de kêm cihê xwe digre.
*Ji aliyê hewirdor ve rastî êrîşên nijetperestî tên.
*Jinên penaber ên ku qeyda xwe ser AFAD'ê kiriye ji xizmetên tenduristiyê bi sînor sûdê digrin. Penaberên ku qeyda wan nîne ji xwe sûdê ji xizmetên tenduristiyê nagre û derman jî nikare bistîne.
*Her wiha jinên ku nasnemeyên Kurdbûnê û baweriyên cuda digirin rastî pirsigêkên cûda tên.
'Sînorkirina Hevpeymanên Cenevre divê bê rakirin'
Ji beşa çareseriya pirsgirêkan ên ku jinên Penaber dijîn, hat diyar kirin ku Tirkiyê bi Hevpeymanên Cenevreyê re cudahî dixe navbera penaberên Ewropa û penaberên Suriyê. Ji bo penaberên Ewropayê sitetûyên penabertî tê dayîn lê ji bo penaberên Suriyê 'statuyê parastina demî' nêz dibin. Ji ber vê wê bi statuya penabertî nêz bibin. Hat diyar kirin ku bi vî aweyî hemû penaber wê sûdê ji mafên xizmetê bigirin û wiha pêşniyariyên çareseriyê hat diyar kirin:
* Hejmara 6438 ta Kanuna Ewlehiya Biyanî û Navneteweyî li gor pêdiviyên penabera were sere rast kirin û li gor peymana nawneteweyî hevbeş were kirin.
*Li kampê AFAD'ê bi saziyên Ciwaka Sivil re sîstemek nû were avakirin. Li kampan pirsgirêk were çareserkirin û ji bo jin û zarokê keç mekanîzmayê psîko-ciwak were avakirin.
*Jin û zarokên keç hemberî şîdeta zayendî dimînin an jî ku bimînin, ji bo vê wê navendên ewlehî û pevajoya burokrasiye kêm bikin were ava kirin.
*Di serî de jin û zarokên keç ê li dervayî kampê dijîn hemû penaber ji bo ji xizmeta tenduristiyê bê pere bibînin vê were peydekirin.
*Ji bo penaberên jin û zarokên kêçikan pirsgirêka hevîrgehê bergirî were girtin. Ji jinara qaden istihdamê bê vekirin.
*Li kampê û derveyê kampê ji bo zarokên penaber bi zimanê zikmakî û bi gelek zimanê biyanî perwerde bibînin derfet were dîtin.
(ha/rc)