Li Cizîrê gelek mal ji ber lehî di bin avê de man

12:54

JINHA

ŞIRNEX - Duh ji ber barana zêde lehî rabû û gelek mal li taxên Cudî, Sur û Nurê (Çemkûrkê) a Cizîrê di bin avê de man. Weletiyên taxa Çemkurkê ku zirara herî zêde wan dîtiye diyar kirin ku dewletê bi zanabûn qenalê avê girtine loma malê wan di bin avê de mane.

Li Cizîrê ji ber barana zêde lehî rabû. Duh barana ku despê kir û heya derengê şevê dewam kir û ji ber barana zêde taxên nêzikî çemê Dicleyê di bin avê de man. Rêya Şirnex û Cizîrê demek dirêj hat girtin. Li taxên wek Sur, Cudî û Nurê(Çemkurk) gelek mal zirar dîtin û gelek sewel jî telef bûn. Taxa ku ji lehiyê herî zêde zirar dît jî taxa ku di dema dorpêça Cizîrê de zirara herî giran dîtibû Taxa Çemkurkê bû. Av di qenala ku di nava taxa Çemkurkê de derbas dibû ser rê derbas bû û ket mala weletiyan. Welatiyên taxê diyar kirin duh dema baran hatiye kepçê belediyê hatine ku qenalê vekin lê hêzên dewletê nehiştine kepçe rêya avê vekin. Weletiyên taxê serê sibê rabûn û bi aweyekî kominal des bi karê paqişkirina bermahiyê lehiyê kirin. Hêjayê gotinê ye ku tu wezifedarê dewlertê nahatin taxê lê weseyêtin zirxî hatin nêzikî qenalê û li wir xebatên gel temaşe kirin. Balkêş bû kû welatiyan pişta xwe dan weseyitên zirxî û karê xwe berdewam kirin.

‘Dewlet dixwaze em şerpeze bibin’

Weletiya bi navê Zozan ku mala wê bi tevahî di bin avê de maye axivî û diyar kir ku duh û pêr kepçe hatine lê polîsan nehiştiye kepçe wekirin. Zozan got ku tevî astengiyê polêsan jî çend caran qenalê vekiriye lê dîsa li pey hatine xitimandin û ev tişt anî ziman: "Ev çend sale ev qenal heye lê av nedavête mala me. Ev bê heqî mezine ku li me dikin, rabûn vê qenalê girtin, ji bo ku em şerpeze bibin.” Zozan desnîşan kir ku neh deh pezê wê hebûne û îdara xwe bi wan peza kiriye lê niha ew jî bi avê re çûne û wiha dawî li gotinê xwe anî:” Ti tiştek nema ji me re şevê din em çûne mala cinara raketine. Ne kincek em ma ku em li xwekin ne jî livînek meye em tê de razên. Xedê ji wan re nehêle.”

(ma/rc)