Li Silopî ciwanek di encama gulebaranê de birîndar bû
13:00
JINHA
ŞIRNEX - Polîsan rê ya taxa Cûdi ya navça Silopi a Şirnexê dorpêç kirin. Polîsan piştî dorpeçkirinê taxê gulebarankirin û di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Hasan Yilmaz a 22 salî birîndar bû.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê polîsan bi wesayîtên zirxî rê ya taxa Cûdî dorpêç kirin û ligel ku tu bûyer tunebûn jî derdor gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Hasan Yilmaz (22) ji stûyê xwe birîndar bû. Welatiyên derdorê bi derfetên xwe Yilmaz birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Piştî mudaxaleya ewilî ji wir şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî gulebaranê li ser rêya 3'yemîn teqînek mezin pêk hat. Ji ber teqînê camên xanî û kargehên derdorê şikestin.
(ha/rc)