Bêrîtan ji aliyê jin û ciwanên Silopî ve hat bîranîn
13:10
JINHA
ŞIRNEX - Li taxên Başak û Cûmhûriyet a navça Silopi a Şirnexê Gülnaz Karataş (Beritan) hate bi bîranîn.
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê welatiyên ku bi pêşengiya Federasyona Ciwanan a Demokratîk (DEM-GENÇ) û Kongreya Jinên Azad (KJA) hatin cem hev gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera şehadeta xwe de bi merasîmeke bi bîr anîn. Merasîma bîranînê ya li taxên Başak û Cumhuriyetê bi rêz girtinê dest pê kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir li merasîma taxa Cumhuriyetê axivî û di şexsê Bêrîtanê de kesên ku di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Pakîze Nayir bal kişand li ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Rêberê me ev 6 mehe di bin tecrîdekî giran de ye. Divê gelê me xwedî li rêbertiya xwe derkevin. Heke îro em li vî derê hest û fikrên xwe dikarin parve bikin ev bi saya rêberê me ye. Divê hemû gelê Kurd bi ruhê Bêrîtanê ve xwedî li rêbertiya xwe derkeve."
Li herdu taxên ku merasîma bîranînê hatin lidarxistin sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtanê hate pêşandin.
(ha/rc)