Li Mêrdînê dibistana Kurdî hat mohrkirin
20:03
Cotmeh
28
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê dibistana Kurdî Dibistana Seretayî a Ehmed Beyhan bi hinceta "bê destûr hatiye vekirin" hate mohrkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER û Nûnertiya Egîtîm Sen a Nisêbînê "Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan" hatibû vekirin polîsan dibistanê dorpeç kirin. Li ser biryara Midûriyeta Perwerdehiya Milî ya Mêrdînê bi hînceta "Dibistan bê destûr hatiye vekirin û faliyetê lê tên meşandin bê destûr e" ji aliyê polîsan ve hate mohkirin. Li ser îtîrazkirina rêveberên KURDÎ-DER û Egîtim Sen ê polîsan dibistanê cardin mohrkir.
(ha/rc)